NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK'î û PAJK'î bi daxwaza “Bila Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û binpêkirinên li girtîgehan bi dawî bibe" îro ji bo mehekê greva birçîbûnê ya dorveger dan destpêkirin.
Girtiyên PKK'î û PAJK'î yên li girtîgehen Tirkiye û herêmê girtî têkildarî zext û zordariyên li ser girtiyan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku dê di 15'ê Adarê de dest bi çalakiya greva birçîbê bikin. Li ser navê girtiyên PKK'î PAJK'î Deniz Kaya daxuyaniyek nivîskî dabû û diyar kiribû ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û zextên li ser girtiyan raweste şertên azad bê avakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dikin. Kaya, anîbû ziman ku di navbera 15'ê Adarê û 15'ê Nîsanê de bi awayekî 5 rojan darveger mehekê çalakiya greva birçîbûnê pêk tînin. Kaya, dabû zanîn ku îktîdara AK Partiyê piştî 15'ê Tîrmehê li Tirkiye OHAL îlan kiriye û hemû Tirkiye bi rejîma OHAL'ê bi rêve dibe. Girtiyên PKK'î û PAJK'î piştî daxuyaniyê îro dest bi çalakya gireva birçîbûnê kirin. Girtiyan bi armanca “Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî bi dawî bibe, muzakere di nava şertên azad de dest pê bike, binpêkirina mafan bi dawî bibe û xerakirin û şewata gundan bi dawî bibe" dest bi çalakiyê kirin û dê heta 15'ê Nîsanê 5 rojan dorveger çalakiyên xwe berdewam bikin.
LI 3 GIRTÎGEHAN ÇALAKÎ BÊ DEM Û BÊ DORVEGER DIDOME
Li Girtîgeha Şakran a Aliaga ya Îzmirê 28 girtîyên siyasî 29 roj li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê 6 girtî 20 roj û li Girtîgeha tîpa T a Wanê jî 10 girtî 8 roj çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dikin.