WAN - Der barê 83 kedkarên tenduristiyê yên li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşî û piranî endamên SES'ê ne ji ber 16 sal berê tev li çalakiyê bûne doz li wan hat vekirin.
Der barê 83 kedkarên tenduristiyê ku piranî endamên SES'ê ne yên li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê dixebitin ji ber çalakiyek 16 sal berê lêpirsîn hat vekirin. Di lêpirsîna li Midûriyeta Polîsan a Wanê hat vekirin de hat zanîn ku ji ber 16 sal berê tev li çalakiyekê bûne lêpirsîna dîsîplînê li wan hatiye vekirin. Ji xizmetkarên tenduristiyê hat xwestin ku di nava hefteyekê lêpirsîn hat vekirin. Hat zanîn ku piraniya xizmetkarên tenduristiyê endamên KESK'ê bûn û endamên SES'ê ne.
REKTOR WEKÎ DOZGER TEVGERIYA
Di teblîgata ku ji aliyê Rektoriyê re ji xebatkaran re had şandin de Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wekî “rêxistina Terorê" hat nîşandan. Rektor di teblîgata ku şand de wiha got: “Ji ber we bi awayekî çalak di nava KCD'ê de cih girtiye û hûn sempatîzanê PKK'ê ne" “Di nava rêxistinê de we wekî ‘Malbatên Nirxan" penase kiriye “Di sala 2017'an de hûn beşdî çalakiyan bûne"
REKTORIYÊ LI SER DAXWAZA POLÎSAN DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIR
Hat zanîn ku der barê xebatkarên tenduristiyê de li ser daxwaza midûriyeta polîsan lêpirsîn hatiye vekirin. Gelek endamên SES'ê û KESK'ê ji ber li ser medyaya civakî parvekiribûn û beşdarî çalakiyên demokratîk bûbûn li wan lêpirsîn hatin vekirin.