Navnîşana Newrozê ya Enqereyê Kolej ya Îzmîrê jî Gundogdu ye

ENQERE / ÎZMÎR - Komîteya Amadekar a Newroza Enqereyê bi daxuyaniya da bang li hemû gelê Enqereyê kir ku19’ê Adarê saet di 12.00An de li Qada Kolejê kom bibin. Li Îzmîrê jî dê Newroz di 18’ê Adarê de li Qada Gundogduyê bê pîrozkirin.

Komîteya Amadekar a Newroza Enqereyê bi daxuyaniya li avahiya ÎHD’a Enqereyê bernama Newrozê aşkera kir. Li ser navê girseya demokratîk a hat cem hev parêzer Îlke Işik daxuyanî xwend.

Işik, diyar kir ku di vê pêvajoya ku gel tere derbas dibe tehemûlî mafên herî bingehîn ên dad û azadiyê nayê kirin û wiha got: “Pêvajoyek tarî hatiye afirandin û dixwazin bi OHAL’ê vê pêvajoyê bidomînin. Di van rojên ku dersa azadî û demokrasiyê dide Ewropayê de dê di qada Newrozê de renge xwe biguherîne. Em ê hemû bi hevre samîmiyeta îktîdara siyasî ya behsa mafê çalakî, civîn û faşîzmê dike bibînin. Em ji vir dibêjin ku em ê di her şert û merci de bêjim Bijî Newroz. Em bang li hemû gelê xwe yê Enqereyê, ciwan, karker, kedkar, ciwan, bindest, mezhep û baweriyan dikin werin em bi çoşa biharê 19’ê Adarê saet di 12.00’an de li Qada Kolejê agirê Newrozê bi hev re pêbixin. Em ê ji bo aştî, wekhevî, azadî û biratiyê teqez biserkevin.”

LI ÎZMÎRA NAVNÎŞANA NEWROZÊ QADA GUNDOGDU YE

Bernameya pîrozbaihên Newrozê ya Îzmîrê bi daxuyaniya li avahiya HDP’ê ya bajar hat daryîn hat aşkerakirin. Rêveberên DBP’ê, Dayîkên Aştiyê, nûnerên TJA û STK tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Hevseroka HDP’ê ya Bajar Gulay Bîlîcî daxuyanî xwend. Bîlîcî, da zanîn ku operasyonên qirkirina siyasî, qetlîam û hilweşînên ku ev du salin berdewam dikin, girtina parlamenteran û xistina parlamenteriya Hevserok Giştî ya HDP’ê Fîgan Yuksekdag, wekî polîtîkayên redkirina nûbûnê derdikevin pêşiya wan.
Bîlîcî, anî ziman ku li Tirkiyeyê kesên ku astî û azadiyê dixwazin paşde gavek neavêtine û wiha got: “Li dijî hemû pêkanînên kuştin û qirkirinê kesekê çong ne danî. Bertekên demokratîk ên li dijî vê pergalê ji hemû aliyan ve hat dayîn hêviya jiyana bi hevre bihêz dike. Em ê îsal Newrozê di pêvajoyek ku Tirkiye ber bi referandumê ve diçe pîroz bikin. Dê Newroz bibe wesîleya ku ji ferzkirinên AKP û Qesrê re ‘Na’yek bi hêz derbikeve. Ji bo Newroz di nava aştî û biratiyê de derbas bibe emê hemû berpirsyariyan bigirin ser mile xwe û em heman hesasiyetê ji Walîtiya Îzmîrê jî hêvî dikin.”

Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo Newrozê di 18’ê Adarê de li Qada Gundogdu pîroz bikin serî li Walîtiya Îzmîrê da.