Ji Kampa Elîbegiyê ji bo DAIŞ'ê milîtan

KILÎS- S.E. yê ku îdia kir li ji bo ciwanên ku li Kampa Penaberan a Elîbegiyê nehatine qeydkirin, kampeke din hatiye avakirin diyar kir ku, di hejmariya dawîn a cendirmeyan de 170 fîrarî hebûne û malbat dibêjin zarokên me tevlî DAIŞ'ê bûne.

Piştî komên wek DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şamê yên di qada navnetewî de bi terorî tên naskirin mudaxilî şerê navxweyî yê Sûriyeyê bûn, Tirkiye jî bû eniya paş a vî şerî. Li gel DAIŞ'ê li welat li dijî muxalifan gelek çalakiyên xwînî pêk anîn, piştevaniya Tirkiyeyê ya tê îdiakirin ji bo komên "muxalif" dike jî, şer veguhast bajarên li ser sînor ên wek Kilîs, Riha û Dîlokê. Li gel vê tê îdiakirin ku, kampên qaşo ji bo penaberan hatine çêkirin, ji bo van koman veguherîne temînkirina elemanên leşkerî. Ji vana yek jê jî Kampa Penaberan a Elîbegiyê (Elbeylî) ye, ku berê demek dirêj cînarê DAIŞ'ê bû û niha jî cînarê komên OSO'yê yên tevgera "Mertala Firatê" dimeşînin ne. Ji herêmê hin çavkanî îdiakirin ku, li Kampa Elîbegiyê her meh bi dehan kesî wek milîtan ji bo DAIŞ'ê digihînin.

DI BIN VENÊRÎNA MÎT'Ê DE YE

Ji xebatkarên kampê S.E. got, DAIŞ herî zêde ji Kampa Penaberan a Elîbegiyê elemanan temîn dike û dest nîşan kir ku, ji roja ku kamp hatiye avakirin heta niha di bin venêrîna MÎT'ê de ye. S.E. îdia kir ku, piraniya xebatkaran jî mensûbî MÎT'Ê ne û anî ziman ku, ev ciwanên tên kampê ji bo DAIŞ, El Nûsra û Ehrar EL Şamê bi rêxistin dikin.

‘PIRANIYA WAN NAYÊN QEYDKIRIN'

S.E. ragihand ku, bi vî awayî her meh bi dehan kes beşdarî DAIŞ, El Nûsra û Ehrar El Şamê dibin ûw iha got: "Hin kesên tînin kampê, nayên qeydkirin. Dem bi dem van kesan perwerde jîd ikin. Pir me nêzî vana nakin. Em nikarin bi wan re têkevin têkiliyê. Hema bêje li nav kampê kampeke din çêkirine."

‘170 KES BEŞDARÎ DAIŞ'Ê BÛN'

S.E. dest nîşan kir ku, li kampê her kes hevdu nas dike û hema bêje tu kesê xerîb tune ye. S.E. anî ziman ku, hin ciwanên ku tînin kampê û qeyda wan çêdikin jî piştî demekê ji holê winda dibin û wiha domand: "Piraniya vana derbasî Sûriyeyê dibin. Yan jî ji bo wan dixebitin. Çend roj berê cendirme ji nişkave hatin û hejmarî kirin. Di hejmariya hat kirin de hat destnîşankirin ku, 170 kes firar in. Piraniya vana tevlî DAIŞ'ê dibin. Dema em bi malbatan re jî diaxivin, hemû dibêjin li wir in."

Nazim Daştan-dîhaber