Miraz di girtîgehê de bû 8 mehî

STENBOL - Pitikê bi navê Miraz ku ji ber dayika wî Gulistan Diken Akbaba hat girtin û ew jî ket girtîgehê di girtîgehê de ket 8 mehiya xwe. Bavê Miraz Cengiz Zaza Akbaba, diyar kir ku girtiyên ji tiryakê hatine girtin bi şev li deriyan dixin û nahêlin ku Miraz bi şev razê û ji ber diranê wî derdikevin jî bêar e.

Gulistan Diken Akbaba ji ber cezayê wê hat erêkirin di 19'ê Sibatê de hat girtin û şandin Girtîgeha Bakirkoy a Jinan. Piştî dayik hat girtin pitikê bi navê Miraz jî li gel dayika xwe şandin girtîgehê. Miraz ê li gel dayika xwe hat girtin, 24 rojin girtîye û li girtîgehê ket 8 mehiya xwe. Bavê Miraz Cengiz Zaza Akbaba, diyar kir ku hevsera wî hêj girtî ye û ji ber kurê wî Miraz biçûke li gel dayika xwe di girtîgehê de ye. Zaza, anî ziman ku kurê wî di 15'ê Tîrmehê de ji dayik bû û Miraz û dayika xwe Gulistan li ser biryara darbekaran hat girtin. Bav Zaza wiha got: "Ez Miraz li pişt camên ku deng derbas nake dibînim. Destûr nade ku ez wî hembêz bikim. Ji ber Miraz li gel dayika xwe Gulistan min temaşe dike pir xemgîn e. Girtiyên ji tiryakê hatine girtin bi şev li deriyan dixin û nahêlin ku Miraz bi şev razê û ji ber diranê wî derdikevin jî bêar e. Divê doz ji nûve bê dîtin û darizandin ji nûvei dest pê bike.