ÎZMÎR - Însiyatîfa Piştevaniya Zîndanan a Îzmîrê piştgirî da bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyan ku îro li dijî binpêkirinên mafan dest pê kir, bang li Meclîse û Wezareta Dadê kirin ku peywirên xwe bi cih bînin.
Însiyatîfa Piştevaniya Zîndanan a Îzmîrê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK'î û PAJK'î yên ji bo “zext û zordariyên li ser girtiyan û tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi dawî bibe” dan destpêkirin de li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li darxist. Hevparên HDK’ê, rêveberên HDP û DBP’ê, Dayîkên Aştiyê û aktivîstên TJA’yê tevlî civînê bûn.
Di civînê de Berdevka Însiyatîfa Piştevaniya Zîndanan a Îzmîrê Selma Altan axivî û diyar kir ku bi OHAL’ê re binpêkirinên mafan ên tên jiyîn herî zêde bandora xwe li girtîgehan dike. Altan, da zanîn ku pêkanînên ku ne li gorî rûmeta mirovanin xistine dewrê û wiha got: “Her roj girtiyên ji girtîgehekê sirgûnî girtîgehek din tê kirin rastî lêgerîna tazî û pêkanînên tecrîdê yên giran tên. Şeve bi hinceta lêgerînê bi ser kawişan de digirin. kamera xistine kawişan û girtî 24 saet tên temaşekirin. Kamera xistine odeyên hevdîtinên bi parêzeran re jî. Qadên civakî sînordar kirine û li hinek girtîgehan hatine qedexekirin. Sînordarkirina pirtûkan pêk anîne, dest danin ser nameyên bi kurdî hatine nivîsandin û pêkanîna qertên berstû tê ferkirin. Girtiyan nabin cem doktor an jî tê astnekirin.”
BANGA JI WEZARETA DADÊ RE
Altan, bang li hemû kesê kir ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan û bang li TBMM’ê û Wezareta Dadê kir ku peywira xwe bi cih bînin.