Nivîskar Tariq Hemo: KDP êzîdiyan dikuje

NAVENDA NUÇEYAN - Nivîskarê Ozgur Polîtîkayê Tariq Hemo di nivîsa xwe ya îro de bal kişand ser polîtîkayên KDP'ê yên li dijî êzîdîyan û diyar kir ku PDK'ê li dijî êzîdîyan dest bi şerekî qirêj kiriye. Hemo, anî ziman ku KPD êzîdîyan dikuje.


Nivîskarê Rojnameya Ozgur Polîtîkayê Tariq Hemo, têkildarî êrîşên PDK'ê yên li dijî Êzîdiyan nivîsand û anî ziman ku KDP'ê li dijî êzîdîyan dest bi şerekî giştî kiriye. Hemû di nivîsa xwe de anî ziman ku bi dehan tank û bi sedan eskerên Tirkan tîne li herema derdora Şingalê bi cih dike û wiha got: "Ew çeteyên bi navê "Pêşmergeyên Rojava" yên ku MIT´ê ew perwede kirin, dewrî Xanesorê kirine û wan li dijî gel dide xebitandin. Van çeteyan beriya çend rojan 7 şervanên YBŞ şehîd kirin û doh jî gule reşandin ser xwepêşandaneke aştiyane û endama TAJÊ ya ciwan Nazê Nayif Qewal qetil kirin û 15 kesên din jî birîndar kirin. Bi vê yekê re, PDK´ê îlana şerekî qirêj li dijî Êzîdiyan kir. Şerekî topyekûn ku dê bi şêweyekî komkujî bimeşe û jiholêrakirina Êzîdiyan ji Şingalê ji bo xwe hedef bigre. Ji bo vê armancê, PDK alîkariya artêşa AKP´ê xwestiye. Ew pişta xwe bi artêşa AKP´ê û Erdogan xurt û germ dike.

HEMÛ CÎHANÊ ERDOGAN TEŞÎR KIRIYE, LÊ KDP'Ê WEKÎ LELENG PÊNASE DIKE

Hemo bal kişand ser têkiliya di navbera KDP'ê û AKP'ê û wiha şirove kir: "Dewleta Tirk di vî şerî de ku PDK li dijî Êzîdiyan û Rojava îlan kiriye, heta dawiyê ligel xwestekên PDK´ê ye. Ew karwanên eskerî her roj dewrî Şingal, tixûbên Rojava û Qendîlê dike û bi vê yekê desteka xwe ya heta dawiyê ji bo PDK´ê diyar dike. Eger PDK wezîfeya çetetiyê qebûl bike û dest bi şerekî birakujiyê bike, ew ê ji aliyê AKP´ê ve were destekirin. Jixwe, li tevahiya cîhanê AKP û Erdogan hatine teşhîrkirin û hetikandin, wek kesayet/rêxsitinên terorîst û dijmirov, lê tenê ew mîna "leheng" û "xwedî helwest" ji aliyê Berzanî û mediya PDK´ê ve tên binavkirin."

DIVÊ HÊZÊN BAŞÛR PDK'ê ŞERMEZAR BIKIN

Hemo, helwesta hêzên Başûr ên li hemberî siyaseta PDK´ê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Hêzên Başûr li hemberî êrîşên çetewarî û dijminane derbarê Êzîdiyan, Shingal û Rojava de bê deng in. Di serî de hêzên Başûr, yên ku zirareke mezin ji PDK´ê dîtine. Ev hêz helwesta PDK´ê ya dijminane wek tê xwestin rexne nakin û li himber dernakevin. Divê YNK, Goran û partiyên Îslamî û niştimanperwer ên Başûr bi tûndî helwêsta PDK´ê ya şerxwaz û çetewarî ya ji bo AKP´ê, şermezar bikin. Divê dengê xwe bilind bikin û tedbîrên cidî bigrin. Sibe, PDK dikare bi alîkariya dagirkeriya AKP´ê serî li şerekî berfirehtir bide û êrîşê bibe ser van partiyan jî. Îro PDK êrîşî Şingal û Rojava dike, sibe dê êrîşî Silêmaniyê û Kerkûkê bike."

JI BILÎ YBŞ HEMÛ JI BO MEAŞ IN

Hemo, di berdewama nivîsa xwe de bal kişand ser pêşmergeyan û hêzên YBŞ'ê û wiha got: "Hêzên Êzîdiyan ji derveyî YBŞ´ê hemûyan ji bo meaş û polan xwe dan destê PDK´ê. Hêza HPÊ ya ku Heyder Şeşo fermandariya wê dike (1500 şervan) bû beşek ji pêşmergeyên PDK´ê. Ew şervanên ku DAIŞ´ê endamên malbatên wan kuştibûn û revandibûn, niha li ser qebûl dikin ku çeteyên PDK´ê êrîşan bibin ser birayên wan û eskerên Tirkan bînin li Şingalê bi cih bikin. Hêza din ya bi navê "Pêşmergeyên Êzîdî" ya bi serokatiya Qasim Şeşo (6000 şervan) ew jî bûye hêzek folklorî û tenê li hêviya serê mehê ye, ku meaşan ji malbata Berzanî bigire û jiyaneke bi nan û zik bimeşîne. Ew pere û pol, buhayê bêdengiya wan a li himberî qetilkirina birayên wan e. Dewleta Elman jî hevpara vê siyaseta dijminane ya ku îro PDK li himberî Êzîdiyan dimeşîne. Hikûmeta Elman çekên bipêşketî nedan YBŞ´ê û Êzîdiyan, lê çû da PDK´ê, qaşo ji bo ku ev partî bi van çekan Êzîdiyan biparêze. PDK niha bi van çekan Êzîdiyan dikuje û terorê li ser wan dimeşîne. Dewleta Elman divê lêborîna xwe ji Êzîdiyan bixwaze û yekser mudaxele bike û van çekan ji destê çeteyên PDK´ê derxîne. Ev mesele divê rêxistinên Êzîdiyan li derve bikin rojeva ragihandinê. Divê partiyên Elman zanibin ku PDK Êzîdiyan bi çekên dewleta Elman dikuje"

BARZANÎ LI SER DAXWAZA AKP/MHP'Ê DIXWAZE ROJAVA BIFETISÎNE

Nivîskar Tariq Hemo, da zanîn ku Rojava jî hedefa PDK´ê ya herî mezin e û wiha dirêjî da nivîsê: "Li ser talîmatên AKP/MHP´ê niha malbata Berzanî dixwaze Rojava bifetisîne û hemû derî û nuqteyên ticaret û gumrikê yên bi Iraqê re bigire. PDK çeteyên bi navê "Pêşmergeyên Rojava" neqlî sînorên Rojava û Şingalê kir, da ku rê li ber vekirina deriyên ticaretê yên ku dê Rojava bi Kerkûk, Silêmaniyê û Bexdayê ve girê bide, bigire. PDK dixwaze Rojava bi dorpêçê, bi birçîbûnê bê terbiyetkirin û wê neçarî sertewandinê bike. Loma, ew beriya ku Mûsil bête rizgarkirin û DAIŞ têk here, çeteyên xwe dişîne herema sînor û wir kontrol dike. Ev çete ne tenê "Pêşmergeyên Rojava" ne, lê her weha bi sedan ji malbatên Erebên Sunî, yên ku Êzîdî talan kirine, hene di nava wan de."

PDK BÛYE AMÛRA ŞER A AKPÊ

Hemo herî dawî bal kişand ser nezîkatiya AKP'ê ya li dijî PDK'e û wiha bi dawî kir: "Divê Rojava tedbîrên cidî li dijî vê helwêsta şer bigire. Îro PDK dewrî alaveke şer ya AKP/MHP´ê bûye. Niha hêzên QSD´ê hemleya azadkirina welayeta Dêr El Zorê dane destpêkirin. Eger herema ku bajarokê Şedadê bi tixûbên Dêr El Zorê ve girêdide (nêzîkî 120 km) were rizgarkirin, dikare li wir 10 dergehên ticaretê bêtin vekirin. Her weha Rojava dikare bi Bexdayê, Silêmaniyê û Kerkûkê ve bête girêdan, bêyî ku PDK/AKP/MHP karibe rê li ber vê yêkê bigire. Divê li PDK´ê bête nêrîn wek hêzeke dijminane ya li dijî xwestek û mafên Kurdan. Evê PDK´ê siyaseta demokrat a Başûr têk bir, Parleman fesix kir, Berzanî wek qiralekî li ser serê xelkê îlan kir û artêşa Tirkan anî li heremê bi cih kir. PDK tenê dikare bi darê zorê bête ser rê. Divê stratejiya federaliya Rojava, xweseriya Şingalê û hêzên Başûr ew be, ku PDK bête qelskirin da ku neçarî diyalogê bibe, li refên Kurdan vegere û dev ji ajantiya dijmin berde. Li vir helwêsta gelê Dihok û Hewlerê jî girîng e. Divê gelê wir dengê xwe li dijî diktatorî û xiyaneta PDK´ê bilind bike û vê şerma mezin li ser xwe û zarokên xwe ti carî qebûl neke…"