Li dijî standa 'Na' êrîşa nijadperest

DENÎZLÎ - Li Denîzliyê standa "Na" ya ku endamên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî vekiribû rastî êrîşa komeke nijadperest hat. Kesek birîndar bû.

Endamên Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî di çarçoveya xebatên referandumê de li navenda Denîzliyê standa "Na" li Parka Candogan vekirin. Endamên Tevgera Hezîranê yên belovakên "Na" li welatiyan belav dikirin rastî êrîşa komeke nijadperest hatin. Koma nijadperest bi kêr û keviran êrîş kirin, stand hat belavkirin kesekî ku navê wî nehat hînbûn ji serî û milê xwe birîndar bû. Hate hînbûn ku rewşa kesê ku birîndar bûye baş e.

Piştî êrîşê gelek polîs hatin cihê bûyerê û stand jî hate rakirin.