Doza Sereke ya KCK'ê: Hukmê wê yê hiqûqî tune ye

AMED Rûniştina doza sereke ya KCK'ê li Amedê berdewam kir. Di rûniştina dozê de Siyasetmedarê kurd Bayram Altun, diyar kir ku ev sûcdarî tev lîstike û hatiye avakirin û wiha got: "Tu hukmê hiqûqî yê vê dozê tune. Heyeta dadgehê jî daxwaznameya Altun ku bi kurdî nivîsandibû bi hinceta "Nayê famkirin" îfade kir.

Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ku 154 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Siyasetmedarê kurd Bayram Altun ku li Girtîgeha Tîpa T a Xerpêtê girtî tê darizandin beşdarî rûnşitinê bû. Dîsa Endamê MYK'e yê DBP'ê Salih Yildiz ku serbest tê darizandin parastin kir. Parêzer jî di salonê de amade bûn. Endamê MYK'ê yê DBP'ê Salih Yildiz bi kurdî parastin kir û diyar kir ku doza Sereke ya KCK'ê tev encama xeyalan e û li ser daxwaza Cemaeta Fethullah Gulen a ji Serokomar Recep Tayyip Erdogan hatiye sazkirin. Yildiz, anî ziman ku wan wekî partiyê her dem demokrasî û aştî parastiye û hemû axaftinên wan wekî sûc hatiye dîtin.

Yildiz, beraata xwe xwest û anî ziman ku ev îdîaname ji aliyê dozgerên FETO ve hatiye amadekirin û xwest ev rastî li ber çavan bê girtin.

‘NAVÊ ŞAHIDÊN NEPEN PIR WATEDAR E'

Piştî Yildiz prz. Şivan Cemil Ozen jî parastin kir û anî ziman ku navê 5 şahidên nepen bê bingeh e û navê şahidan pir bi wate û şik e. Ozen anî ziman ku navê Yolun Sonu, Annemin Gozyaşlari, Oyun Bozan û Anne Ben Geldim pir balkêş e. Ozen, da zanîn ku axaftinên li ser bilêtên balafirê jî wekî delîla sûc hatiye desibandin û beraeta muwekilê xwe xwest.

Piştre siyasetmedarê kurd Bayram Altun jî bi kurdî parastin kir. Altun, anî ziman ku dozger di îdîanameyê de hemû rastî berovajî kirine û di dosyayê de bi cih kirine.

‘DOZGER JI BO MIN SÛCDAR BIKE RASTIYAN BEROVAJÎ DIKE’

Altun, diyar kir ku dozger mutalayê ji îdîanameya dozgerê endamê “FETO” girtiye, amade kiriye û wiha got: “Ez wê demê Cigirê hevserokên KCD’ê bûm û endamê Komîsyona Rêveberiya Herêmê ya partiyê me. Di mutalayê de behsa nasnameya min a patiyê û rêveberiya wê nayê kirin û bi awayekî pêşdîtinekê tê veşartin. Di îdîanameya dozê de kêm be jî behsa rêvertiya min a partiye dihat kirin. Dema peywir û nasnameya min ji nedîtî ve tê têkiliya min a bi parlamenter, hevşaredar û rêveberiyên partiye re bê bingeh dimîne. Wekî ku ji derve mudaxeleyî KCD’ê dikim û kesekî îllegalim tê xuyakirin. Dozger ji bom in sûcdar bike rastiyan berovajî dike. Ger peywira min a di nava partiye û berpirsyariya min li ber çavan bê girtin dê bê dîtin ku xebatên min kirine xebatên partiyek siyasîne.

Bi vê re îdîayên dozger ên derbarê min de vala derdikevin. Xebatên min kirine xebatên partiyê yên qanûnî û rewa ne. Peywira min a li KCD’ê ji rastiyê hatiye durxistin. Rêbazên herêmî yên partiya me wekî “rêbazên KCK’ê” hatiye nîşandan. Di vê dozê de navê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya KCD’ê wekî “Komîsyona Rêveberiya Herêmî ya KCK’ê” hatiye nîşandan. Ev nirxandinek bi niyeta baş nîne. Ger ji rêxistinekê re xebitîme ew jî KCD ye. Di vê îdîanameyê de ya rast eve. Hemû sûcdariyên derbarê me de hatine sûcdariyên afirneriyê û avakirinê ne. Dema rastî derdikevin holê têdîtin ku doz ne hiqûqî siyasî ye. Ev doz lîstîkek a FETO’yê ye. Tu hukmê hiqûqî yê vê dozê tune ye. Divê bikeve. Hêvî dikim ku ev dadgeh biryarek wiha bide.”

‘BÊYÎ AGAHÎ BIDIN ASTÊN JOR EV DARIZANDIN HAT MEŞANDIN’

Piştî Altun parêzer Sedat Demîrtaş mafê axaftinê girt û diyar kir ku di îdîanameya doza girtina KCD’ê ya sala 2007’an ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha bilin de derbarê rêveberan de behsa lêpirsîna “doza KCK’ê” ya hatiye vekirin nayê kirin û wiha pêde çû: “Di doza girtina KCD’ê de “doza sereke ya KCK’ê” ne hatiye xwestin. Ev jî vê nîşan dide. Ev doz bêyî ku agahî bidin astên jor ên dewletê hatiye birêvebirin. Diyar dibe ku têkiliya wê bi FETO re heye. Ez dawaza bertana mûwekîlê xwe dikim.”

PARASTINA BI KURDÎ BI ŞERTÊ WERGERVANÊ TIRKÎ HAT QEBÛLKIRIN

Piştî parastinan, paratina Altun a bi kurdî ji aliyê heyeta dadgehê ve ji ber ne tirkiye ne hat pejirandin. Serokê dadgehê ji Altun re got “Daxwazname ne bi tirkiye emê paşde bidin. Em fê nakin. Ji bo em fêm bikin divê bi tirkî be. Mafê paratinê bi nirxe lê ez mecbûrim ku vê daxwaznameyê paşde bidim. Ger te tirkî ne zanibaya dê rewş cuda baya.”

Parêzerê Altun Sedat Demîrtaş mafê axaftinê girt û wiha got: “Beriya niha me di vê dozê de daxwaznameya kurdî daye. Em dixwazin ku daxwazname bê qebûlkirin.” Li ser vê yeke heyeta dadgehê navberek da rûniştina dozê, piştre dadgehê da zanîn ku ger daxwaznameya Altun a bi kurdî wergerî tirkî bê kirine dê qebûl bikin. Ger Altun parastina xwe ya kurdî wergerî tirkî bike dê bê qebûlkirin. Dadgehê parastina kurdî ya Altun radestî wî kirin.

Doz dê di 17’ê Adarê roja Înê berdewam bike.