DÎLOK - Li taxa Vatan a Dîlokê ji ber tiryakê şer derket. Di şer de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Vatan a Şahinbey a Dîlokê di navbera 2 koman tiryakê dikişînin de şerê bi çek derket. Kesekî bi çek rê li pêşiya maşîneyekê girt û li ser maşînê gule reşand. Di encama bûyerê de ciwanê bi navê Bekir Dogruer li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest a û kesekî din ê birîndar bû jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di wesayitê de 3 kesên din birindar bûn. Jina 55 salî Fatma Akbalik a di rê de derbas dibû jî bi guleya wan birîndar bû. Hat zanîn ku şer ji ber tiryakê rû daye. Şahidên buyerê jî anî ziman ku her du alî jî tiryakfiroş in.