Dijberî AVM'yan Tora parvekirinê: Bazara Piştevaniya Tatavla

STENBOL - Pazara Piştevaniya Tatavla ya li dijî Navendên Kirîn û Firotinê, dijberî berxuriya bê ser û ber tora piştevanî û şêwirmendiyê dirêsin.

Komek ciwanên ku di berxwedana Geziyê û Komeleya Şêwirîna Ciwanan de hatin cem hev û hev naskirin, Bazara Piştevaniya Tatavla ava kirin. Endamên Bazara Tatavla, dê li vê bazarê alav û amûrên nayên bikar anîn, dîsa li jiyanê vegerînin û bikar bînin. Dê bi hatina van berhemên ku dîsa li jiyanê vedigerînin bûrsê bidin xwendekarên Lîse û Zanîngehê. Dikana ku li Navçeya Şîşlî ya Stenbolê hat avakirin li cihekî biçuk lê karên mezin dike.
Dukana ku wekî pirtûk, cil, pêlav, alavên mutbexê û hemû alav û amûrên jiyanê ji şeniyên tax û navçeyê kom dike wan tevan li jiyanê vedigerîne û bi pereyên alîkariyê dide xwendekaran. Xebatkarên bazarê bi têkîlî û riyekî geş mirovan pêşwazî dikin û hurmetek germ nîşanî mirovan didin.

HER ROJ SAET Dİ 12.00-20.00’AN DE VEKIRIYE

Bazara Tatavla ku di adara borî de ji xizmetê re hat vekirin navê xwe ji zimanê Rumî werdigire. Bazara Tatavla tê wateyê alavên kevn. Bazar her roj saet di navbera 12.00- 20.00’an de ji alîkarî û diyariyan re vekiriye. Bazara piştevnaiyê
Dildarên bazarê bi nobet û dildarî li bazarê dinerin û armanc dikin ku alav û amûrên tên avêtin wan kom bikin û dîza li xizmet û xwezayê vegerînin. Bazara ku li taxê hatiye vekirin rastî eleqeyek mezin tê. Her roj bi dehan kes alîkariyê dide û piştevaniyê dikin. Dildarên bazarê bi van alav û amûrên kom dikin alîkariyê didin xwendekaran. Xebatkarên Bazara Tatavla her roj tora vê bazarê mezin dikin û armanc dikin ku xwe bêtir biginînin xwendekaran. Dildarên Bazara Piştevaniyê ya Tatavla Alican Tufenkoglu, Umut Donmez û Şiva Alizade anîn ziman ku armanca wan piştevanî û hevkariyê xurt bikin û tora parvekirinê zêde bikin. Dildaran da zanîn ku armanca wan tora parvekirin û şêwirmendiyê xurt bikin û di dijî bazara AMV’yan bazarên alternatif û kolektif ava bikin.

MODELA TORA PIŞTEVANIYÊ AVA DIKIN

Alican Tufenkoglu, anî ziman ku hem li pirsgirêkên şêniyên taxê guhdar dikin û hem dixwazin di qada aborî û bazarê de modelek nû ava bikin. Tufenoglu, da zanîn ku ew dixwazin tora bazarê ku li bajar û welat bibe xwedî gotin û modelek nû ava bikin pêş bixin. Tufenkoglu,destnîşan kir ku modela wan a şênber modela Bazara Piştevaniyê ya Tatavla ye û wiha got: "Em alav û amûrên ku tên avêtin û êdî bikar tînin dîsa li jiyanê vedigerinîn û bi pereyê wan krêdiyê didin xwendekarên lîse û zanîngehê û em tora piştevaniyê ya nava civakê xurt dikin Bi vê torê xwendekaran didin xwendin."

'EM DIXWAZIN KULÛBA ZAROKAN VEKIN'

Tufenkoglu, destnîşan kir ku di hedefa wan gelek tişt heye û wiha got: “Armanca me ya herî sereke avakirina kulûba zarokan e. Em dixwazin li vê kulubê zanistiya felsefeyê pêş bixin. Di qada spor, resîm û muzîkê de gelek tişt bikin. Em dixwazin li aliyê din zarokan bidin xwendin.

EV TAX EV BAJAR Û EV WELAT YÊ ME YE'

Tufengoglu, bilêv kir ku ji rojnamegeran heta endamên komeleya zarokan û hemû beşên civakê dixwazin di vî torbeyî de kom bikin tenê armanca wan piştevanî û piştgiriya civakê ye û wiha got: "Bi girtina mirovan û girtinakomeleyan dixwazin mirovan bêdeng bihêlin. Ger ku em jî rastî tiştekî wisa bên şeniyên vir dê vê xebatê xwe bi xwe bi rêve bibe. Ger ku em Bazara Piştevaniyê xurt bikin çerxa vê bazarê dê her dem bigere û dê her dem xwe bi xwe birêvebibe. Jibo me xebat ne tenê nava çar dîwaran e.

'BILA HER KES BIBIN ALÎKAR'

Tufenkoglu bang li kesên ku wan ziyaret dikin jî kir û xwest her kes destê alîkariyê dirêjî wan bike û wiha got: "tenê derdê me em piştevaniyê mezin bikin. Em dixwazin ked û para her kesî di vir de hebe. Dema mirov pirtûk, cil û alavan tînin vir dibin alîkarê xwendekarên zanîngehê. Kî çawa û çiqas dixwaze dikarin bibin alîkar." Dildarê bazarê Şiva Alizade jî anî ziman ku zanîngeh qedandiye û wiha got: "Ji bo piştevaniyê ez li vir im. Divê her kes xwe di nava vê bazara piştevaniyê de bibîne. Ez her çarşem têm li vir dikanê vedikim. Dema ez dêm kolî bi kolî pirtûk, cil û alavan dibînin ez kêfxweş dibim. 3 sal berê ji bo em vê bazarê vekin em hatin cem hev. Ji wê demê û heta niha dema em li kolan û taxan rastî hev dihatin me silav didan hev. Dîsa ji bo em wê silavê bêtir bi kesan re parve bikin em hatine cem hev. Em dixwazin vê silava piştevaniyê li her derê belav bikin. Ez bawerim ji bo kesên li Şîşlî dijîn Bazara Piştevaniyê ya Tatavla cihê herî xweş e."

'ALTERNATİFA NAVENDÊN KRÎN Û FIROTINÊ YE'

Xwendekarê Zanîngehê Umut Donmez jî destnîşan kir ku wan Bazara Piştevaniyê ya Tatavla li dijî AMV û markezên mezin ên kirîn û firotinê ava kiriye û wiha got: "Li vê Bazarê ji fazulyeyên organîk ên ji Pulûra Dêrsimê, heta salça organîk a ji Tekîrdagê, ji sabûna destan heta gelek berheman heye. Eleqe pir zêde ye. Li dijî hemû navendên dan û stendinê û marketên mezine bazara alternatif e. Dibe ku li vê bazarê her tişt destê duyemîn bin. Lê her tişt paqij û tê bikar anîn. Em dixwazin xizan û feqîran li vir biginin hev û tora tifaq û piştevaniyê mezin bikin. Cihê bazara me
Kolana Eşrefefendî, Taxa Bozkurt, No: 29 A Kurtuluş/Şişlî ye.

Necla Demîr - dîhaber