ŞIRNEX - HDP'ê di çarçoveya xebatên referandûmê de li Qilebanê dikandar ziyaret kirin. Di ziyaretê de dikandaran diyar kirin ku hewcehî bi xebatê nîn e ew de dengê “Na” bidin.
HDP'ê di çarçoveya xebatên referadûma 16'ê Nîsanê de li navçeya Qileban a Şirnexê esnafên navçeyê ziyaret kir. Ligel Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, Hevşaredara Qilebanê Zeynep Uren û rêveberên HDP û DBP yên navçeyê tevlî ziyareta esnafan bûn. Esnafan eleqeyek mezin nîşanî HDP û DBP’iyan da. HDP'iyan di serdana esnafan de sedema terciha “Na”yê ji wan re vegot. Dikandarên navçeyê jî gotin, "Hewceyî bi xebatê tune ye ji xwe ew dîktatoriyê naxwazin û ew ê bibêjin "Na".
Piştî serdana dikandaran Îrmez ji navçeyê veqetiya.