AMED - Hevseroka MEYADER'a bi KHK'ê hat girtin Ayşe Dicle ya çend roj berê li Amedê hat binçavkirin, hat girtin. Her wiha tevî Dicleyê 3 welatiyên din jî hatin girtin.
Hevseroka MEYDER'a bi KHK'ê hat girtin Ayşe Dicle ya di serdegirtinên malan ên 8-9'ê Adarê de bi îdiaya di nav fealiyetên "Meclîsa Bajêr" de cih girtine hatibû binçavkirin, hat girtin. Her wiha li gel Dicleyê 3 welatiyên ku navên wan nehatin zanîn jî hatin girtin. Piştî karên îfadedayîna li muduriyeta polîsan Dicle û her 3 welatî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dicle û her 3 welatî bi îdiaya "Endamê rêxistinê" ne hatin girtin.