AMED - Walîtiya Amedê, destûra pîrozbahiya Newrozê ya dê di 21'ê Adarê de li Amedê bê pîrozkirin da.
Destûra pîrozbahiya Newroza Amedê hat dayîn. Komîteya Amadekar a Newrozê, ji bo Newroz li Qada Newrozê bê pîrozkirin serî li Walîtiya Amedê dabû. Walîtiyê serlêdana destûrê ya komîteya amadekarê qebûl kir.
Ji bo pîrozbahiya Newroza li Amedê, bi sedan vexwendname ji partiyên siyasî û nûnerên saziyên civaka sivîl re hatibûn şandin. Her wiha tê payîn ku dê di 21'ê Adarê de Yaşar Kurt, Koma Pel, Grup Munzur, Koroya Jinên Amedê, Dengbêjên Botan û Ferhat Mansurî derkevin ser dikê.