AMED - Li Lice qedexeya derketina derve ya 18 gundan ku di 5'e Adarê de dest pê kiribû bi dawî bû.
Walîtiya Amedê di 5'ê Adarê de li 18 gundên girêdayî Lîcê qedexeya derketina derve îlan kiribû. Piştî qedexeyê bi tevlêbûna 10 hezar polîs, leşker û cerdevanan operasyon hatibû destpêkirin. Qedexeya li herêmê îro saet di 07.00’an de bi biryara walî bi dawî bû. Hat diyarkirin ku Baroya Amedê ji bo lêkolînê dê biçe herêmê.