Faks, name, rojname, radyo 'qedexe' ne

STENBOL - Girtî Ergin Aktaş ê her du destên wî tune ne û tevî rapora "Divê di girtîgehê de nemîne" nayê berdan. Tevî vê yekê li girtîgehê name û rojname nadin wî. Radyoya Aktaş jî hat desteserkirin.

Girtiyê nexweş Ergin Aktaş ê her du destên wî tune ne û her wiha ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê her çi qas der barê wî de 3 caran rapora "Divê di girtîgehê de nemîne" hat dayîn jî nehat tahliyekirin û niha li Girtîgeha Menemenê di hucreyeke yekesî de tê ragirtin. Li gel vê, faks û nameyên ji bo wî tên şandin jî radestî wî nayên kirin.

Lijneya Dîsîplînê ya Gerînendetiya Saziya Înfazê ya Girtîgeha Tîpa R a Menemenê, faksa ku Aktaş xwest ji Girtîgeha Tîpa T a Alîagaya Îzmîrê re bişîne bi hinceta "bifakere" ye neşand. Lijneyê bi îdiaya "Der barê sepandinên saziya me ya înfazê de îdiayên bêbinî hene" faks neşand.

Her wiha hin nameyên ji Aktaş re tên şandin jî bi heman awayî tên sansurkirin û paşê didinê û hin weşanên ji Aktaş re tên şandin jî tên astengkirin.

ROJNAME HATIN ASTENGKIRIN

Rojnameyên Evrensel û Ozgurlukçu Demokrasi yên li ser daxwaza Aktaş tên kirîn jî bi heman hincetan nayên dayîn. Aktaş, di nameya xwe de balê kişand ser asta binpêkirina mafan û rewşa tecrîdê. Aktaş, diyar kir ku sedema nedayîna van rojnameyan ew e ku rêveberiya girtîgehê ev biryar daye.

NAMEYÊN WÎ NADIN

Aktaş, dest nîşan kir ku nameyên jê re tên şandin jî hema hema hemû ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tên astengkirin û got, pênûsê hibrî û daksîl jî nayên dayîn.

RADYOYA WÎ JÎ HAT DESTESERKIRIN

Aktaş, diyar kir ku sewqên nexweşxaneyan êdî nayên kirin û mazgala hewadariyê jî girtine. Aktaş, dest nîşan kir ku radyoya wî hatiye desteserkirin û got, wî xwestiye radyoyeke nû bistîne lê hîn jî destûra stendinê nehatiye dayîn.