ŞIRNEX - Li Şirnexa ku ji sedî 70’yê wê ji aliyê hêzên dewletê ve hat hilweşandin, niha jî qereqolên nû tên avakirin. Li navend û derdora bajêr heta niha 5 qereqolên nû hatin avakirin û tê payîn dê li çend taxên din jî amadehiyên çêkirina qereqolan bên kirin.
Li Şirnexê piştî qedexeya derketina derve ya 14'ê Adara 2016'an de hatibû îlankirin û 8 mehan berdewam kir, hîn jî hilweşandina malan berdewam dike. Ligel hilweşandina malên gel, hem li navenda bajêr hem jî li derdora bajêr gelek qereqol li deverên hatine hilweşandin tên avakirin. Heta niha li navenda bajêr, li cihê Fakulteya Îlahiyatê ya Zaningeha Şirnexê ku li Taxa Gundogdu ye, avahiya Dibistana Seretayî ya Sema Çingilli ku li Taxa Dîcleyê ye û avahiya pirtûkxaneyeke ku li Taxa Yeniyê ye qereqolên nû hatin avakirin. Her wiha sînorên malên hatine hilweşandin jî, ji bo qereqolên nû hatine dagirkirin.
BAJÊR VEGUHERANDIN QADA QEREQOLAN!
Her wiha hat zanîn ku, dê li taxên din ên li navenda bajêr jî çêkirina qereqolên dest pê bike. Li gel navendê di navbera Milka Şantiyê û navenda bajêr de jî qereqolek hatiye çêkirin. Dîsa hat zanîn ku, li derdora gundê Avgamasya ya ku di dema qedexeyê de şirnexiyan kon lê vedabûn projeya qereqoleke leşkerî hatiye amadekirin û dê di demeke nêz de dest bi çêkirina qereqolê bê kirin.