STENBOL - Li Girtîgeha Bakirkoy a Jinan, girtiyên jin, ji ber rastî cezayê dîsiplînê tên, li gel ku cezayê wan diqedin jî nikarin tahliye bibin. Endama Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan Parêzer Şule Recepoglu, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê li girtiyan dibire û destûr nade ku girtî tahliye bibin.
Li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê ya Jinan a Stenbolê bi dehan girtiyên jin li gel cezayê wan xelas bûne jî ji ber ku rastî cezayên dîsîplînê hatine nikarin bên berdan û cezayên wan hatiye dirêjkirin. Girtiya jin Eylem Mengutay ku di 8'ê Sibatê de cezayê wê xelas bû, li gel ku cezayê wê xelas bûye jî ji ber ku rastî cezayê dîsîplînê hatiye nayê berdan. Wekî Mengutay bi dehan jinên din jî rastî heman cezayî hatine û nayên berdan. Endama Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan Parêzer Şule Recepoglu balê kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û pêkanînen li Girtigeha Bakirkoyê. Recepoglu, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî cezayê dîsîplînê li giriyan dibere û ji bo yek çalakiyê bi dehan cezayê dîsîplînê dibire û wiha got: "Gelek cezayên dîsîplînê li dijî hiqûq û heqê girtiyan e. Ceza li dervê rastiyan e. Hemû keyfî ne. Der barê bi dehan girtiyan de bi dehan cezayên keyfî hatine birîn."
Recepoglu, da zanîn ku ji ber li dijî binpêkirina mafan daxwazên xwe anîne ziman û dengê xwe bilind kirine rastî cezayên dîsîplînê hatine û bi zanebûn girtiyan sor dikin û wiha berdewam kir: "Bi dehan girtî bi awayekî keyfî înfazên wan şewitîne. Li gel ku divê bên berdan jî nayên berdan. Ez bi hekîmê înfazê û midûrê girtîgehê re axivîm. Dema em axivîn diyar kirin ku dê ev yek bê rastkirin. Diyar kirin ku, ev pêkanîn hin caran li dervî zanîn û agahiya midûriyetê pêk tên. Hekîmê înfazê û midûr anîn ziman ku memûrên înfazê hin caran bi awayekî keyfî ceza dibirin û ji ber venêrtin tune girtî rastî cezayê dîsîplînê tên. Ji bo cezayê dîsîplînê bibirin, bi awayekî keyfî girtekan digirin û li ser van girtekan bi awayeki hêsan cezayê dîsîplînê dibirin. Bi cezayê dîsîplînê dixwazin infaza girtiyan bişewitînin. Ji ber cezayê dîsîplînê înfaza gelek jinan şewitîye. Ji ber înfaza gelek jinan hatiye şewitandin niha nayên berdan.
'MALZEMEYÊN PAQIJIYÊ DESTESER DIKIN
Recepoglu, dest nîşan kir ku piştî cezayê dîsîplînê bi encam bibe fikara ku înfaza gelek jinan bişewite heye û wiha got: "Li girtîgehê bi awayekî keyfî bi ser qawîşan de digirin. Di serdegirtina qawîşan de bi awayekî keyfî malzemeyên paqijiyê yên girtiyan desteser dikin. Gelek malzemeyên wan ên paqijiyê bi keyfî desteser kirin. Mafê wan û pêdiviyên wan bi sînor dikin."