AMED - Li Taxa Alîpaşa ya Sûrê, ji ber projeya "veguherandina bajêr" a 9 sal e didome firina 40 salî ya taxê bi rûxandinê re rû bi rû ye.
Li Taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê, di çarçoveya projeya "veguherandina bajêr" a di 2008'an de dest pê kir dem dem bi makîneyên karî mal tên rûxandin û ji ber vê projeyê tax veguheriye qada şer. Li taxê hin welatiyên ku malên wan nehatine rûxandin, her tim bi tirsa ku dê malên wan bên rûxandin dijîn. Her wiha tekane firina taxê ya 40 salî, li gel hemû tehdîtên rûxandinê hîn jî li ser piya ye.
YEKEMÎN FIRINA TAXÊ
Li taxê, niha Fesih Yilmaz firinê bi rê ve dibe. Ev firin j40 sal berê ji aliyê kalê Yilmaz ve hatiye çêkirin. Taybetmendiya vê firinê jî ew e ku nan nafiroşe. Welatî hevîrên xwe tînin vê firinê û bi bedêlekê nanê wan tê pihêtin. Yilmaz, diyar dike ku piştî kalê wî koçî Amedê dike li vê taxê firinê vedike û yekemîn firina taxê ye. Yilmaz wiha got: "Dema biçûk bûm, li qehwexaneyan dixebitîm. Rojekê kalikê min got, 'Piştî me tu kesê ku vê firinê bi rê ve bibe tune ye. Were cem me bixebite û hînî kar bibe.' Min jî wê rojê dest bi kar kir û 26 sal e li vê firinê dixebitim."
‘JI KERBA NIKARIM RAKEVIM'
Yilmaz wiha behsa qelebalixî û rengîniya taxê kir: "Berê bi zor û heft bela traktor di van kuçeyan re derbas dibûn. Lê niha li van deran ne mirov ne jî mal hiştin. Malên li taxê dem dem dirûxînin. Bi vê re hemû bîranînên me jî dirûxînin. Ez li vir çêbûm û mezin bûm. Zewicîm, zarokên min jî li van kuçeyên lê mezin bûm lîstin, lê niha ew kuçe tune ne. Tu bawer dikî nakî tu zanî, lê bi şev ji kerban xweşikî nikarim rakevim."
‘4 SAL E DUA DIKIM'
Yilmaz, diyar kir ku ev firina ku nanê hemû taxê dipihête niha bi rûxandinê re rû bi rû ye û wiha axivî: "Heke birûxe, dê mirovên vir ji mecbûrî biçin firinên dûra. Lê ez ê çi karî bikim, nizanim. 4 sal berê dest bi rûxandina hin malên li kuçeya me kirin. Wê salê kurê min li zanîngehê bi cih bû. 4 sal e dua dikim ku ev der nerûxe, da xercaniya kurê xwe jê re bişînim."