AMED - Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê Rûken Akça, diyar kir ku Cejna Newrozê ji bo jinên kurd roja berxwedan û serîhildanê ye û got, jinan agirê Newrozê bi bedena xwe vêxistiye. Akça, bang li hemû jinan kir ku bi ruhê 8'ê Adarê dakevin qadan.
Dê li Amedê wek her salê îsal jî Newroz di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin. Wek her carê dê Newroza Amedê vê carê jî bi sed hezaran mirovî bîne gel hev. Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê û Hevseroka DBP'a Amedê Rûken Akça, balê kişand ser wateya Newrozê ya ji bo jinan û got, Newroz ji bo jinên kurd roja berxwedanê ye.
‘JI BO JINÊN KURD CEJNA BERXWEDANÊ YE'
Akça, diyar kir ku Newroz ji wateya xwe ya berfireh wirdetir, ji bo jinên kurd jî roja berxwedan û serîhildanê ye. Akça, bi bîr xist ku di salên 90'î de li gel Newroz qedexe bûn jî, jinan li tax, kuçe û qadan Newrozê pîroz kiriye.
‘JINAN BI BEDENA XWE AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIST'
Akça wiha axivî: “Ji salên 90'î vir ve jin bi berxwedan û serîhildanê agirê Newrozê vêdixin. Newroz ji bo me zaf girîîng e. Çimkî, em wê wek destpêka jiyaneke nû dibînin. Zekiye, Sema, Rahşan û Berîvanan bi bedena xwe agirê Newrozê vêxist û bûn sembol. Ji bo jinan tê wateya jiyaneke nû û vejînê. Ji dîrokê heta niha bi vê hişmendiyê jin pêşengiya Newrozê kirin û qad tije kirin. Bi hezaran jinên kurd bi vê hişmendiyê bûn sembol."
Akça, anî ziman ku dê Newroza 2017'an jî bi heman ruhî bê pîrozkirin û got, ji niha ve jin ketina etra Newrozê. Akça, anî ziman ku li bajêr heycan û coşeke mezin heye û wiha got: "Divê îsal jî ji bo em serî li ber zilmê netewînin, ber bi qadên Newrozê ve biherikin. Dê Newroza îsal ji bo jinan bibe xala werçerxê. Ji ber vê divê em bi ruhê berxwedan pîroz bikin."
‘EM HÊVIYÊ VEGUHERÎNIN RASTIYÊ'
Akça, bi brî xist ku ji ber şerê hat meşandin Newroza sala çûyî hinekî bi xemsarî derbas bûbû û wiha got: "Lê dê cihekî taybet ê Newroza îsal hebe. Ji bo careke din veguhere Newroza 2013'an, em ê li wir bin. Dê peyamên me têkildarî aştiyê bin. Em xwedî li Newroza ku dibe sedema hêviya aştiyê derkevin. Ev hêviyek e, dam em vê hêviyê hêşîn bikin û veguherînin rastiyê em ê li qadê bin."
‘DÊ ÇAVÊ CÎHANÊ LI SER AMEDÊ BE'
Akça, dest nîşan kir ku ji bo Newrozê hemû amadekarî hatine temamkirin û got, dê zêdeyî 2 hezar kes li qadê peywirdar bin. Akça, dest nîşan kir ku dê di 21'ê Adarê de çavê hemû cîhanê li peyamên Newroza Amedê be û got, ji ber vê ew ê Newroza herî bihişmet di 2017'an de derbas bikin.
‘JI BO TIRKIYEYÊ DIBE KU NEWROZ FIRSENDEK BE'
Akça, balê kişand ser krîza di navbera Tirkiye û welatên Ewropayê de û wiha axivî: "Serokomar Erdogan û AK Partî ji dêvla dersa demokrasiyê bidin welatên din, divê li paş xwe vegerin û li welatê xwe binihêrin. Hemû bajarên kurdan hatine dorpêçkirin. Li gel van dorpêçkirinan jî mirov hîn jî di aştiyê de israr dikin, ev zaf watedar e. Dê di vê Newrozê de jî peyamên me têkildarî çareseriyê bin. Ji ber vê Newroza 2017'an a Amedê dibe ku ji bo AK Partiyê firsendek be. Ji ber vê divê Newroz baş bê nirxandin."
Akça, bang li hemû jinan kir, ruhê 8'ê Adarê veguhêzînin qada Newrozê.