AGIRÎ - Ji 2 zarokên li Giyadînê hatin kuştin yek jê Muhammed Aydemir bû. Bavê Aydemir, Hanifi Aydemir li dijî biryara Waliyê Agiriyê yê destûra lêpirsîna der barê polîsan neda bertek nîşan da û wiha got: "Daraz, qanûnçêkirin û birêvebirin li ber destê walî kom bûne."
Li Giyadîna Agiriyê, di 12'ê Tebaxa 2015'an de Muhammed Aydemirê 15 salî û Orhan Aslanê 16 salî ji aliyê polîsan ve hatibûn kuştin. Walîtiya Agiriyê jî der barê van polîsên hat îdaikirin ku her du zarok kuştina, destûra destpêkirina lêpirsînê neda. Bavê Aydemir, Hanifi Aydemir li dijî vê biryarê bertek nîşan da û wiha got: "Baweriya me ya bi darazê nema."
'NAXWAZIN DEST BIDIN HÊZÊN DEWLETÊ'
Aydemir, dest nîşan kir ku ev 2 sal e pêvajoya darizandinê ji aliyê walî ve bi awayekî kêfî nayê destpêkirin û wiha axivî: "Naxwazin dest bidin hêzên dewletê. Min fêm kir ku li Tirkiyeyê bi navê mafên mirovan tiştek tune ye. Heke daraz, qanûnçêkirin hebûna dê ev pêvajo bi rê ve biçûna. 2 sal di ser re derbas bûn, lê dosyeya kurê min her tim ji aliyê walîtiyê ve hat astengkirin. Tenê nivîsek ji me re hat. Ew jî ev bû; 'Pêdivî bi vekirina dozê tune ye.' Çima, ji bo çi pêdivî pê tune ye? Hemû delîl li holê ne, ji bo çi dosye tê girtin? Bi kurt û kurmancî baweriya me bi darazê nema ye. Niha seyra dozê girêdayî xwesteka walî ye. Hemû delîl, vîdeo bi awayekî şênber hatin nîşandan, lê dîsa jî bawer nekirin."
‘EM LI WELATEKÎ KU DARAZ LÊ TUNE YE DIJÎN'
Aydemir, dest nîşan kir ku delîlên li cihê bûyerê hatine reşkirin û wiha domand: "Zarokekî 15 salî, gotin 'endamê rêxistina terorî' ye û ew qetilkirin. Li gor qanûnên Komara Tirkiyeyê divê bi saxî bên zevtkirin, lê belê wan înfaz kir. Dibêjim înfaz, çimkî li ser dîwaran şopa guleyan, şopa gulebarankirinê tune bû. Cihê bûyerê paqij kirin û çûn. Dozger bi xwe jî li cihê bûyerê qewanên vala û li ser dîwaran şopa guleyan nedît. Zarokan înfaz kirin û ew birin morgê. Hayê dozger ji vê rewşê tune bû. Em li welatekî ku daraz lê tune ye dijîn. Me bi riya parêzeran serî li dadgeha herêmî da. Lê baweriya min nemaye."
'AMÎRÊ MUDURIYETA POLÎSAN A NAVÇEYÊ JI FETO'YÊ HAT GIRTIN'
Aydemir, bi bîr xist ku di nav wan polîsên ku walî destûra lêpirsîna der barê wan de neda hin jê ji Cemaeta Gulen hatine girtin û wiha axivî: "Amîrê Muduriyeta Polîsan a Navçeyê ya ku ferman da polîsên ku zarok qetilkirin ji FETO'yê hatiye girtin. Walî bi astengkirina vekirina dosyeyê piştevaniya wan dike. Ev nakokiyeke mezin e. Ew hemû girtî ne, çima doz li wan nayê vekirin? Bila walî destûrê destpêkirina dozê bide, ez ê giliyê wan bikim. Daraz, qanûnçêkirin û birêvebirin li ber destekî kom bûne. Karê hêzên dewletê parastina me ye, ne binpêkirina mafên me ye."
'EM LI WELATEKÎ KU EWLEHIYA ME TUNE YE DIJÎN'
Aydemir, anî ziman ku heta ku berpirsiyar neyên cezakirin dê êşa wan sivik nebe û wiha domand: "Ma wisa hêsan e ku dê û bavek zarokekî xwedî bikin? Min xwîna kurê xwe vexwar. Du sal e min riya xwe nequsandiye. Aydemir, diyar kir ku sala çûyîn mamsoteyê kurê wî lê geriyaye û gotiy, "Kurê wê nayê dibistanê" û wiha axivî: "Wê kêliyê peyv di gewriya min de asê bûn. Xwe têxin şûna min, hûn bin gelo hûn ê qebûl bikin? Em li welatekî ku ewlehiya me lê tune ye dijîn. Hûn parastina FETO'yan dikin? Walî bi xwe biryarê dide. Bûye qanûnçêker jî û bûye rêveber jî. Heke em li welatekî xwedî adrazeke bi wijdan bin, nexwe divê dosyeya kurê min bê vekirin."
ÇI BÛBÛ?
Li Taxa Ataturkê ya Giyadînê, di 12'ê Tebaxa 2015'an de Orhan Aslan (16) û Muhammed Aydemir (15) ê li firinê dixebitîn, dema ji ji bo êzingan bînin diêûn êzingxaneyê ji aliyê polîsên taybet ve hatibûn kuştin. Piştî bûyerê Walîtiya Agiriyê daxuyanî dabû û têkildarî êrîşa li dijî Qereqola Cendirmeyan a Giyadînê wiha gotibû: "3 terorîst hatin kuştin." Tîmên taybet ên beşdarî operasyonê bûbûn, îdia kiribûn ku zarokan çek spartiye wan û li ser vê wan bera her duyan daye. Di 2016'an de Dozgeriya Giyadînê ji bo destpêkirina lêpirsînê serî li walîtiyê dabû, lê walîtiyê ev serlêdan erd kiribû. Her wiha parêzerên malabatn jî ji bo domandina lêpirsînê serî li Dadgeha Herêmî ya Erziromê dabûn.
Berivan Karataş - dîhaber