'Em xwedî li sindoqan derkevin'

ÎZMÎR - Berpirsiyarê Komîsyona Sindoqan a HDP'a Îzmîrê Nizammettin Aktaş wiha bang kir: "Em pêşî bibin peywirdarê sindoqan, paşê xwedî li sindoqan derkevin."

Dê li 30 navçeyên Îzmîrê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê, 8 hezar û 483 sindoq bên danîn û her wiha dê 3 milyon û 174 hezar û 639 hilbijêr biçin ser sindoqan.

‘LI DIJÎ HÎLEBAZIYÊN HILBIJARTINÊ PERWERDEHÎ'

Berpirsiyarê Komîsyona Sindoqan a HDP'a Îzmîrê Nizammettin Aktaş, diyar kir ku qisma herî girîng a sindoqan ew e ku ewlehiya wê pêk bê û got, ji ber vê ji bo peywirdarên li ser sindoqan qan dest semînerên perwerdehiyê kiriye. Aktaş, anî ziman ku ew pêşî der barê huqûqa pergala hilbijartinê perwerdehiyê didin û wiha got: "Ji bo hîle û sextekarî ji holê bên rakirin em hewl didin ku metnên bi îmzeya şil bistînin. Cara ewil e wek HDP serokên lijneya sindoqan dê hebin. Ji bo ev huqûqê bi rê ve biçe, em ê ji bo sindoqan nazmetên serokatiyê nîşan bidin."

‘PÊDIVIYA ME BI PEYWIRDARÊN SINDOQAN HEYE'

Aktaş, dest nîşan kir ku ew ê teqez li ser her sindoqê endamekî HDP'ê bi cih bikin û wiha domand: "Pêdviya me bi peywirdarên ser sindoqan heye. zaf girîng e ku li ser her sindoqê serokek û endamekî fermî hebe. Em ê wek HDP'ê li ser sindoqan cih bigirin û em ê li dijî hîleyan tevdîrên xwe bigirin. Bi taybetî em bang li ciwanan dikin, da li ser sindoqan peywirê wergirin."

‘EM XWEDÎ LI SIDNOQAN DERKEVIN'

Aktaş, anî ziman ku dê li Îzmîrê 8 hezar û 483 sindoq bên danîn û mebesta wan ew e ku li ser her sindoqekê yek an jî du kesan peywirdar bikin û wiha axivî: "Li vî welatê ku huqûqa gerdûnî en mêvan e jî, bila her kes xwedî li sindoqan derkeve. Em ê li ser sindoqên xwe bisekinin. Heta encamek bi dest bikeve, heta ku îmzeya şil bi dest bikeve em ê heta dawiyê bixebitin."