MÛGLA - Mûglaliyan balê kişand ser pêvajoya referandûmê û Cejna Newrozê û wiha bang kirin: "Em bi agirê Newrozê 'Na'yê gur bikin."
Li Mîlasa Mûglayê, Newroza hat plankirin ku dê di 19'ê Adarê de li Bazara Girtî ya Akkentê bê pîrozkirin, walîtiyê ji bo 21'ê Adarê destûr da. Kurdên koçberî navçeya Mîlasê ya Muglayê hatin kirin, banga beşdarbûna pîrozbahiya Newrozê kirin.
‘JI BILÎ BERXWEDANÊ TU RÊ NEMA YE'
Huseyin Rahmi Ozyaranli, anî ziman ku Newroz ji bo kurdan tê wateya azadiyê. Ozyaranli bi bîr xist ku, bi "Pêvajoya Çareseriyê" ya di 2013'an de hat detspêkirin Newroz bi awayekî aştiyane û coşeke mezin hatine pîrozkirin û got, he rku îktîdar hêza xwe winda dike ji nû ve berê xwe dide şer. Ozyaranli, dest nîşan kir ku ji bo gelê bindest ji bilî berxwedanê tu rê nema ye û wiha axivî: "Dê ev berxwedan di referandûmê de bi 'Na'yê biencam bibe. Em ê bi ruhê berxwedêriya Newrozê li qadan 'Na'yê biqîrin. Heta ji destê me tê divê em li dijî zilmê agirê azadiyê gur bikin û bila hemû gel azad bibin."
‘NEWROZ SERÎHILDANA LI DIJÎ KOLETIYÊ YE'
Seyran Altan jî bi bîr xist ku Newroz li dijî koletiyê serîhildan e û wiha got: "Em ê wek jinan li dijî astengiyan agirê Newrozê gurtir bikin. Me rahşan Demirel a li Kadîfekaley agir berda bedena xwe ji bîr nekiriye. Ev qedexe, êrîş û îşkence bi salan didomin. Li dijî vana em di rêça hevrêya xwe de ne." Altan, dest nîşan kir ku dê rengê Newroza îsal 'Na' be û got, ji bo Cizîr, Pirsûs, Sûr neyên jibîrkirin ew ê bibêjin "Na".
Hevserokê HDP'a Mîlasê Kamûran Dogan jî anî ziman ku, ew ê bi ruhê Kawayê Hesinkar Newrozê pîroz bikin û wiha got: "Niha diyardeya Dehaq veguheriye vampîran. Em ê jî li dijî Dehaqê Qesrê wek gelê mazlûm agirê berxwedanê yê Kawayê Hesinkar bi 'Na'yê vêxin."
‘EM BI RUHÊ 21'Ê ADARÊ BIÇIN SER SINDOQAN'
Dogan anî ziman ku mirovên dibêjin 'Dengeke tiştekî naguherîne, neçim ser sindoqê' di asasê xwe de xizmeta "Erê" dikin û got, divê her kes bi ruhê 21'ê Adarrê biçe ser sindoqê û dengê xwe bi kar bîne.