'Bînahî li ser xwîn û keda ciwanan bilind dibin'

ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiye ji 4 ciwanan yek betal in. Pisporê Jiyana Kedê ya DÎSK'ê Faruk Işik, anî ziman ku betalî ciwanan dikişîne ser karê bê ewle û keda erzan û wiha got: "Li Tirkiye avahiyên ku bilind dibin li ser ked û xwîna ciwanan bilind dibin.

Li gorî daneyên Lijneya îstatîstîkan a Tirkiye (TUÎK), di nava 7 salên dawî de betalî derket asta herî jor. Rêjeya ciwanên betal ji sedî 24 in. Li Tirkiye ji her çar ciwanan ciwanek betal e. Di lêkolînan de derdikeve holê ku piraniya ciwanên betal û bi keda erzan dixwebitin ciwanên ku zanîngeh xelas kirine. Hêjmara ciwanên betal ê bi dîploma zêde dibe. Pisporê Jiyana Kedê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Faruk Işik, anî ziman ku betalî ciwanan dikişîne ser karê bê ewle û keda erzan û wiha got: "Li Tirkiye avahiyên ku bilind dibin li ser ked û xwîna ciwanan bilind dibin." Işik, anî ziman ku li Tirkiye pirsgirêka aborî, betalî bandorê li ser keda erzan û kedxwariyê dike. Dîsa polîtîkayen perwerdehiyê û jiyana bê ewle û xizan bandorê li ser keda erzan û karê bê ewle dike. Işik, bilêv kir ku ji polîtîkayên şaş ciwan arasteyî keda erzan û bê ewle dibin. Işik, bilêv kir ku di 5 salên dawî de betalî û keda ersan sal bi sal zêde dibe û wiha got: "Li gorî lêkolînan li Tirkiye 7 milyon mirov betal in. Dema em ji milê ciwanan de binerin, ji pêşerojê bê hêvî û bê bawerî ne. Gelek ciwan bi fikara kar dijîn. Ji ber vê yekê çavê ciwanan li rêyên ku çawa ji Tirkiye derkevin e."

BÎNA LI SER XWÎNA CIWANAN BILIND DIBE

Işik, destnîşan kir ku betaliya ciwanan bi xwe re pirsgirêka tekakesî û civakî jî pêş dixe û wiha got: "Betalî bandorek neyînî û mezin li ser ciwanan çê dike. Derûniya ciwanan xera dike û di nava malbatê de niqaşan ava dike. Ev bi xwe re bêzarî û nexweşiyê di nava civakê de pêş dixe. Ji ber ku ciwan kar bi dest naxin bi kedek erzan û bê ewle karê înşatê dikin. Li Tirkiye avahiyên bilind û înşaet li ser ked û xwîna ciwanan bilind dibin û dîwarên wan bi xwîna ciwanan tê avdan. Hikûmet û serdameyar bi polîtîka li ser keda ciwanan xwe mezin bikin pêş dixin. Tirkiye di rewşek wisa de derbasî pêvajoya referandumê dibe. Niha li pêş me referandum heye. Em ji qanûna ku maf û vîna ciwanan têde tune ye re dibêjin 'Na'. Ger ku di referandumê de 'Ere'ê derkeve dê daxwaza kesî êdî pêk neyê. Li Tirkiye ji ber ku ji 4 ciwanan 1 betal in em dibêjin "Na"