RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, di mîtînga Pirsûsê de gotibû “Em pişta xwe didin PYD’ê”. 80 roj berê dema Yuksekdag ev gotin got Wezîrê Karê Hundir gotibû “Tu çalakiyên PYD’ê li dijî welatê me tune ne”, lê di nava 80 rojan de çi lê hat wekî partiya Nebaş' tê bilêv kirin tê meraqkirin.
Bi minasebeta 3’yemîn salvegera Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmehê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag li navçeya Pirsûsa Rihayê tevlî mîtîngê bû û ji ber gotibû “Em pişta xwe didin kesên ku li dijî DAÎŞ’ê şer dikin. Em pişta xwe didin kesên ku nirxên mirovahiyê li Koban û Girê Spî ne xistin. Em pişta xwe didin YPJ, YPG û PYD’ê”derbarê wê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê doz hat vekirin. Di rûniştina 4’emîn a dozê de, di belgeya hat pêşkêş kirin de PYD bêyî ji aliyê wezareta karên hundir ve bê nîqaşkirin beriya 80 rojan di nava lîsteya “rêxistinên terorê” de cih nedigirt. Derbarê darizandinek a li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de ji Wezîrê Karên Hundir re daxwaza “PYD a ku li Sûriyeyê xebatên xwe dimeşîne li dijî welatê me çalakiyek terorî li darxistiye derbarê vê mijarê de agahî bidin” li ser vê di 30’ê Nîsana 2015’an de bersiva: “Di arşîvên me de tu çalakiyên PYD’ê yên li dijî welatê me ne hatine dîtin.”
PYD a ku di nava 80 rojana de derket pêşiya Yuksekdag û bi sûcdariyên “endama rêxistina terorê ye” û “pesnên rêxistina terorê daye” di 80 rojan de xebatek PYD’ê ya li dijî Tirkiyeyê tune ye.
Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku Yuksekdag ji ber gotin û helwestên xwe yên siyasî hedef tê girtin û wiha got: “Gotinên wê yên di mîtîngek Rihayê de dijqanûnî tên nîşandin û terorîzekirin. Di dosyayê de bi taybet dema ew hatin gotin burokratên herî jor ên dewletê wê demê bi YPG’ê û PYD’ê re hevdîtin pêktanîn. Me ji dadgehê xwest ku me derbarê îlankirina terorê ya PYD û YPG’ê de agahî bide me lê daxwaza me hat redkirin. Di belgeya me pêşkêşî dadgehê kir de beriya 2 mehan wezîrê karê hundir bi xwe wan wekî rêxistina terorê nabîne. Yuksekdag ji ber hemab gotinan li Stenbol, Amed û Rihayê bi dozan re rû bi rû ye. Me xwest hemû dozan bikin yek, qedexeya derketina derve ya Yuksekdag heye. Ev hemû ji bo di aliyê siyasî de bê îtîbar bikin û di heman demê de nîşan dide ku hiqûq wekî amûrekê tê bikaranîn.”