Li gelek navendan operasyonên Newrozê: Gelek kes hatin binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Operasyonên binçavkirinê yên beriya Newrozê li Antalya, Edene, Stenbol û Mêrdînê destpêkirin, gelek kesên di nava wan de Serokê komîteya Amadekar, rojnameger, Serokê Komeleya Yeketiya Suryaniyan a Mêrdînê Yuhanna Aktaş jî hene hatin binçavkirin.

LI ANTALYAYÊ HERÎ KÊM 8 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeyên Alanya, Kepez û Muratpaşa yên Antalyayê di saetên serê sibê de polîsan bi ser malan de girtin. 8 kesên di nava wan de Seroka Komîteya Amadekar a Newrozê Nerîman Bakir, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyê jî hene hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Mirdûryeta Polîsan a Antalyayê.

Navê kesên hatine binçavkirin wihane: Nerîman Bakir, Hesêbgirê HDP’ê yê Antalyayê Mehmet Şah Ertekîn, rêveberên bajar Adnan Ertugrul, Bîrgul Demîrel, Ferhat Kaya, Cevdet Tunç, Ozgur Kaya, Nîhat Çelîk.

LI EDENEYÊ OPERASYONÊN HEMWEXT

Yek ji navendên ku bi operasyonan dest bi rojê kir jî Edeneye. Di serdegirtinên li navçeyên Seyhan û Yuregîrê ya bi piştgiriya helîkopteran pêk hat de tax ji aliyê wesayîtên zirxî ve hat dorpêçkirin. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de polîsan deriyê malan şikandine û amûrên malê tevlîhev kirine.

Piştî lêgerînan bi hinceta derbarê wan de îxbar heye Rêvebera Weşana Giştî ya Radyoya Dunya ku bi KHK’ê hat girtin Medîne Gumuş û gelek kes hatin binçavkirin. Gelek kesên hatin binçavkirin, piştî di kontrola tendirûstiyê re derbas kirin birin Midûryeta Polîsan a Edeneyê.

Li aliyê din di serdegitina malan de 38 HDP’iyên ku 18 ji wan zarokin û Hevseroka HDP’ê ya Seyhanê jî Suzan Kiliç jî di nav de ye hatibûn binçavkirin û karên wan ên li Mirdûryeta Polîsan a Edeneyê berdewam dike.

LI STENBOLÊ GELEK BINÇAVKIRIN

Li navçeyên Esenyurt, Sarigazî û Sultangaziyê beriya Newrozê polîsan bi ser malan de girtin. Piştî lêgerînan Cuneyt Yavuz ê li taxa Gaziyê rojnamegeriya serbest dike û gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a Bajar.

SEROKÊ KOMELEYA SURYANIYAN HAT BINÇAVKIRIN

Li Mêrdînê jî di serdegitina malan a serê sibê de Serokê Komeleya Yeketiya Suryaniyan a Mêrdînê Yuhanna Aktaş hat binçavkirin.

Derbarê binçavkirina Aktaş de agahî nehatin bidestxistin.