MÊRSÎN - Girtiyê li Girtîgeha Tîpa M a Bandirma Nivîskar û helbestvan Naîl Demîr ê 24 salin nexweş e û girtî ye diyar kir ku dermanên wî nadin wî.
Li Girtîgeha Tîpa M a Bandirma ya Balikesîrê Nivîskar û Helbestkarê kurd Naîl Demîr ê 24 salin girtî ye û nexweş e bi riya telefonê ji hevsera xwe re diyar kir ku dermanên wî nadin wî. Halîme Demîr diyar kir ku hevserê wê 2 meh berê ji Girtîgeha Ermenek a Karamanê şandine Bandirmayê. Halime Demîr, anî ziman ku hevserê wê 24 salin girtîye û nexweşê fitiqê ye. Demîr, anî ziman ku hevserê wê di sala 1993'an de di bin çavan de rastî îşkenceyê hatiye û li gel nexweş e û ji fitiqê emeliyat bûye jî dermanên wî nadin wî. Halîme Demir, da zanîn ku ew dixwazin zextên li ser girtiyan bi dawî bibe û aştî dest pê bike.