AMED - 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Aydin Atar bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî.
Doza ku derbarê bi îdîaya di salên 2011, 2013 û 2016’an de, di 8 hêjmarên hatine weşandin de 9 caran “propagandaya rêxistinê kiriye” li Midûrê Karên Nivîsan ê berê yê Rojnameya Azadiya Welat Aydin Atar hat vekirin hat dîtin. 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ku darizandin pêk dianî, biryar da bû ku 3 dozên bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” derbarê Atar de hatibûn vekirin di yek dosyayê de bê komkirin. Ji ber van dozan, beriya niha ji Atar re di sala 2013’yan de 10 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn, ev biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xirakirin û dosyaya dozê şandibû dadgeha herêmî.
Di hefteya bihûrî de rûniştina biryarê ya doza Atar li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin Atar beşdar nebû û parêzerê wî amade bû. Dozger xwest Atar bê cezakirin. Piştre parêzerê Atar Resul Tamur mafê axaftinê girt û wiha got: “Ne hatiye diyarkirin ku di nûçeyên rojnameyê yên hatine weşandin de çawa teiwîqî şîdetê hatiye kirin, divê di nûçeyê de daneyên ku teşwîqî şîdet, gef û propagandayê hatine kirin bê destnîşankirin. Nûçeyên di rojnameyê de hatine weşandin di çarçoveya firkir û xwe îfadekirina azad de ye. Em di wê baweriyê de ne ku ji ber xebatên rojnamegeriyê rojnameya ku hatiye amadekirin nikare ceza bê dayîn. Ez daxwaza beraeta mûwekîlê xwe dikim.”
Piştî parastinê heyeta dadgehê biryar xwe da. Dadgehê îdîakir ku Atar bi riya çapemenî û weşanê propagandaya rêxistinê kiriye û bi giştî 11 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Atar. Dadgehê cezayê k udi asta herî jor de da Atar ji ber “li dijî dibe ku bandorê li ser pêşeroja wî bike” kêmkirin kir û ceza xist 9 sal, 4 meh û 15 rojan.
Parêzerê Atar dê biryara dadgehê bibe temyîzê.