Li Girtîgeha Tarsusê pirsgirêk tune ye!

MÊRSÎN - Wezareta Dadê ku daxwaznameya derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tarsusê de nirxand diyar kir ku li girtîgehê tu pirsgirêk tune ne û profîlek erênî xêz kir.

Parêzer Mehmet Altuntaş derbarê binpêkirinên mafan ên li dijî jinên girtî yên li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê dimînin de daxwaznameyek ji Wezareta Dadê re nivîsan û bersiva daxwaznameyê hat dayîn. Piştî daxwaznameya parêzer şandî Wezareta Dadê, ji rêveberiya girtîgehê xwest ku bersivê bide binpêkirinên mafan ên di daxwaznameyê de hatine rêzkirin. Li ser vê yekê Midûrê Girtîgehê Mahmut Çaça ji Wezareta Dadê re bi daxwaznameyekê bersiv şand. Di bersiva ku piştre ji parêzer re hat şandin de hat gotin ku li girtîgehê binpêkirinên mafan ên mijara gotinê nayên jiyîn û profîlek erê nî xêz kir.

Rêverberiya girtîgehê di bersiva ku dayî de diyar kir ku pêwîstiyên girtî û hikûmxweran di demek kin de tên pêşwazîkirin, derbarê astengiyên pêşiya girtiyên nexweş ên derxistina revîrê de jî wiha got: “Li saziya me dema girtî yan jî hikûmxwarek nexweş dibe di wê demê de ji aliyê doktorê malbatî yê saziya me ve tê dermankirin. Ger ev di wê demê de ne mimkûn be servîsa lezgîn 112 tê xwestin.”

Her wiha balkêşe k udi bersivê de tê gotin ku Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê 500 metre ji girtîgehê durû û bi wesayîtê dikarin 2 deqeyan xwe bigehînin nexweşxaneyê.