DBP: Şengal bi duyemîn komkujiya Helepçe re rû bi rû ye

AMED - Rêxistina DBP'ê bi minasebeta salvegera komkujiya Helepçe ya 16'ê Adarê daxuyanî da û diyar kir ku piştî Helepçe Êzîdîyên li Şengalê bi komkujiya duyemîn re rû bi rû ne.

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), têkildarî 16'ê Adarê komkujiya Helepçe daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Rêxistina DBP'ê diyar kir ku 29 sal berê li Helepçe komkujî pêk hat û wiha got: "Îktîdarê Baasê ya Iraqê û Saddam Huseyin bi çekên kîmyewî û biyolojîk zarok, jin mezin bi giştî zêdeyî 5 hezar mirovên Helepçeyî kuştin. Bi komujiya li Helepçeyê sûcê mirovahiyê pêk hatiye". Di daxuyaniyê de komkujî hat şermezar kirin û wiha hat gotin: "Destkeftiyên ku Gelê Başurê Kurdistanê û Gelê Rojavayî yên Kurdistanê bi dest xistine, nîşan dide ku êrîşên komkujiya li ser kurdan bi ser nakevin. Berxwedan û têkoşîna Gelê Başûr a li hemberî Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Helwesta Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ya li hemberî Êzîdîyên Şengalê nayê qebûlkirin. Ev êrîş nîşan didin ku Şengal bi Helepçeya duyemîn re rû bi rû ye. Zext û tundiya li dijî gelê Şengalê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Êrîşên li hemberî Şengalê kêfa dijminên kurdan tînin. Divê demek berî demekê nakokiya navxweşî bi dawî bibe û Divê yekîtî bi awayekî hêz bê xurtkirin û yekîtî bê parastin. Em dê heta dawî daxwaza gelê êzîdî ya azadiyê biparêzin. Di salvegera komkujiya Helepçeye de carek din yên komkuî pê anîne em wan şermezar dikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane wan bi hurmetî bibîr tînin.