Li gelek navendan operasyona binçavkirinê

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gelek bajaran di serdegirtinên malan de bi dehan kes hatin binçavkirin.

Li navenda Şirnexê serê sibê di serdegirtina malan de tê de gelek keyayên taxan û xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jî heyî gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de piştî lêgerînan, keyayê taxa Yeşîlyûrt Mehmet Geçgel, keyayê taxa Dîcle Mûrat Baysal, keyayê taxa Vakifkent Hasan Tekînalp, keyayê taxa Yenî Saît Kulter, keyayê taxa Gazîpaşa Saît Acar, keyayê taxa Bahçelîevler Cemal Bektaş, keyayê taxa Îsmetpaşa Nûrettîn Çevîk û keyayê taxa Gundogdu Mehmet Ertak, xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnex Selçûk Ugur û Abdûllah Kayaş jî heyî gelek kes hatin binçavkirin. Sedema kesên binçavkirî nehat zanîn û hat ragihandin ku kesên binçakvirî birine Midûriyeta Polîsan a Şirnex.

Li navçeya Cizîrê jî tîmên taybet di ser mala Mesût Aşîkan a li taxa Yafesê de girtin. Aşîkan ê hat binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.
Li gor agahiyên ji parêzerên Baroya Şirnexê hatiye wergirtin jî hêjmara kesên hatine binçavkirin ji zêdetirî 40’an in. Her wiha hat ragihandin ku li ser dosyayên kesên binçavkirî de biryara veşarî heye.

CÎGIRÊ HEVŞAREDARIYA CIZÎRÊ BAYIK SERBEST HAT BERDAN

Her wiha Cîgirê Hevşaredariya Cizîrê Metin Bayik ê mehek ewilî bi hinceta “endamê rêxistinê ye” hatibû binçavkirin li ser îtiraza serlêdana parêzeran serbest hat berdan.

HEVSEROKA HDP’Ê YA MÊRDÎNÊ EYLEM AMAK HAT BINÇAVKIRIN

Li navenda Mêrdîn û navçeya Nisêbînê jî polîs û tîmên taybet di ser gelek malên li gund û navendê de girtin. Di serdegirtinanan de Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak hat binçavkirin. Sedama binçavkirina Amak nehat zanîn ku ew birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Li gundê Marînê yê girêdayî Nisêbînê jî kesên bi navê Mahmut Başak û Abdûlkerîm Aslan hatin binçavkirin. Her du kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birineQereqola Cendirmeyan ya Girê Mîra.

Hat ragihandin ku hêjmara kesên binçavkirî dibe ku zêdetir bibin.

LI DÎLOKÊ SERDEGIRTINÊN MALAN

Li Dîlokê tîmên taybet serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di operasyonan de Hevseroka HDP'ê ya Dîlokê Guler Erat jî di nav de bi dehan kes hatin binçavkirin. Navên hin kesên ku hatin binçavkirin ev in: Guler Erat, Nîsa Yilmaz, Hatîp Baran, Osman Akdogan, Tahîr Altug, Mustafa Tunç, Abdullah Înce, Ahmet Îlbaş û Ahmet Zengîn.


Li navenda Mûşê di serdegirtinên malan de 7 kesên ku di nav de Hevserokê DBP'ê yê Mûşê Faruk Ugur jî heye hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.

Li aliyê din avahiya HDP'ê ya Mûşê jî serê sibehê ji aliyê wesayîtên zirxî ya polîsan ve hate dorpêçkirin.


Lİ Êlihê jî serê sibehê di serdegirtinên malan de 12 kesên ku temenê wan di navbera 17-20 salî ne bi îdiaya ku di parvekirinên xwe yên çapemeniya civakî re "propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin li bendê ye ku bibin Midûriyeta polîsan.