Dîrokên bernameya Newrozê hatin guhertin

AMED - Çalakiyên Newrozê ku dê bi pêşengiya DBP û HDP’ê bi şîara “Em ê teqez serbikevin” li 33 navendan bên pîrozkirin ji ber li gelek bajaran destûra nehat dayîn dîroka pîrozbahiyan hat guhertin.

Çalakiyên Newrozê ku dê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP9 û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şîara “Em ê teqez serbikevin” li 33 navendan agirê Newrozê bê hilkirin ji ber li gelek bajaran destûra nehat dayîn dîroka pîrozbahiyan hat guhertin.

Guhertinên ji ber şert û mercên OHAL’ê nikarin ji bilî roja 21’ê Adarê bên pîrozkirin di bernameya pîrozbahiyên Newrozê de hatine kirin wihaye:

Li Nisêbînê ku dê destpêkê agirê Newrozê lê bê hilkirin di 17’ê Adarê de bê pîrozkirin. Di 18’ê Adarê de li Îzmîr, Kocaelî, Edene û Meletiyê bê pîrozkirin. Di çarçoveya bernameyê de 19’ê Adarê li Enqere, Konya, Qers, Stenbol, Antalya û Mêrsîn pîrozbahî bên lidarxistin.

Pîrozbahiyên Newrozê ku tê plankirin dê li gelek navenda di 20’ê Adarê de bên lidarxistin, ji ber ji aliyê qeymeqan û walîtiyan ve destûr ne hat dayîn dê di 21’ê Adarê de bên lidarxistin. Di vê çarçoveyê de dê fînala çalakiyan di 21’ê Adarê de li Amed, Wan, Çewlig Riha, Semsûr, Qoser, Dersim, Karakoçan, Bedlîs, Sêrt, Êlih, Bazîd, Agirî, Manîsa, Îdir, Hatay, Colemêrg, Cizîr, Gever û Mûşê agirê Newrozê bê vêxisitn.

Di çarçoveya çalakiyên 21’ê Adarê de navçeyên Amedê jî; 17’ê Adarê li Bismîl, 18’ê Adarê li navçeya Sûrê ku hilweşîn û qedexe lê didome û Erxanî, Çinar û Pasûr, 19’ê Adarê li Rezanê dê pîrozbahî bên lidarxistin.

Her wiha li Dîlokê jî dê Newroz di 21’ê Adarê de li qada Tur a Otobusan a taxa Çakmak a Şehîtkamilê bê pîrozkirin.