The Economist: ‘Erê' di jêra ji sedî 50’î de ye Erdogan bêçare ye

NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Îngîlîzî The Economist têkildarî referanduma 16'ê Nîsanê diyar kir ku li Tirkiye rêjeya “erê" kêmî ji sedî 50 ye û krîza li Ewropa nîşan dide ku Erdogan çiqas bê çare ye.

Kovara Îngîlîzî ku li îngîlîstanê tê weşandin The Economist der barê polîtîka û hesabê Serokomar Recep Tayyip Erdogan ên li Ewropa nivîsand. Kovare bi hevoka "Erdogan wekî xwedî hunera ku kes ne di ferqa naziyan de dide xuyakirin" û wiha nivîsand. Erdogan, dibe ku li dijî faşizmê neçar bimîne têkoşîna xwe mezin bike. Ji ber ku Erdogan ji bo Hollanda û Almanya ku destûra mîtînga referandumê neda wî got "Bermahiyên Nazî". Piştî gotina "faşist" Belçika, Danimarka û Avusturya jî heman helwest nişan da. Li gorî nûçeya BBC'ê dîplomatê ku ji kovara Economist re axivî got: "Yek ji razemeniyên Herî mezin ê Erdogan welatê Hollanda û şirîkê wê ye herî mezin Almanya ye. Li tirkiye di navde siyasetmedar, dozger, kedkar û zêdeyî 100 rojnameger jî di navde 40 hezar kes hatin girtin. Di rapora NY'ê de hat diyarkirin ku li herêma bajarên kurdan hêzên ewlehiya tirk li dijî mîlîtanên herêmê îşkence, kuştina bê daraz û hêza bê sînor bikar anî. Li welêt çalakiyên şermezarkirinê bi awayekî tund tên qedexekirin û desteserkirin. Ji ber ku êdî ji çalakiyên muxalifan ditirsin û desteser dikin. Di rapora Komîsyana Venedikê de jî hat destnîşan kirin ku Qanûna Bingehîn a Nû ji bo otokrasiya Qanûna Erdogan dixwaze bûye pirtûka destan. Rayedarên tirk kesên li dijî vê guhertinê derdikevin bi awayekî aşkere wekî terorîst bi nav dike." Di kovarê de hat diyarkirin ku belgeyên ku Erdogan bi zanebûn sor dike heye. Rayedarên Hollanda diyar kirin ku Serokwezîrê Tirk Binali Yildirim diyar kiriye ku dê li gorî rêgezên wan tev bigerin û piştî wê jî Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu, li gel ku Hollanda destûr nedaye jî bi zorê xwest biçe Rotterdamê. Li gorî zagonên Tirkiye jî propaganda li derve qedexe bû. Lê Tirkiye bi Erdogan kiriz derxist.

Ev nîşan dide ku Erdogan çiqas bê çare ye. Li gorî anketên dawî xuya dibe ku yên piştgiriyê didin Zagona Erdogan kemî ji sedî 50 ne ev jî nişan dide ku Erdogan di rewşek xerab de ye. Şerê wan ê li dijî Hollanda û Almanya ku hevpar û şirîkên wan in nîşan dide ku Tirkiye çiqas bê çare maye.