DÎLOK- Serokê Qomîtya Amedekar ê Dîlokê Mehmet Karayilan diyar kir ku dê di 21'ê Adarê de hemû eniyên dibêjin "Na" li qada Newrozê kom bikin û hêza xwe derxin holê.
Komîteya Amedekar a Newrozê ya Dîlokê di derheqê pîrozbahiya Newrozê de li avahiya HDP’ê ya Dîlokê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de pankarata "Newroz Pîroz be" hat daliqandin. Di civînê de Serokê Komîteya Amedekar a Newrkozê Mehmet Karayilan axivî. Karayilan diyar kir ku îro li Dîlokê bi dehan hevalên wan ên siyaste demokratik dikin hatin desteserkirin û wiha got: “Gelek ji hevalên me hêj nû hatin berdan dîsa hatin binçavkirin.
Hevseroka me Guler Erat jî di nav de hertim diçûn îfadeyan. Şevê din bi awayek korsanî hevalên me desteser kirin. Bila baş bizanin eger ew hespê me ji me bigirin, emê li kera xwe siwar bin. Eger kera me ji me bigirin emê rêya xwe bi piyan bidomînin. Yê ku me bibin rêya rast lingên me ne.”
‘EMÊ ALIYÊN NA DI NEWROZÊ DE BIKIN YEK'
Karayilan anî ziman ku Newroz jiyan û ruhekî nû yê berxwedanê ye û wiha berdewam kir: “Newroz roja serketina bi hevre jiyanê ye. Newroza ku heta niha ji bo gele kurd bû sembola azadî û serhildanê, di aliyê 'Na' yê de hevdîtinê çêbike. Emê bi ruhê Newrozê tekoşîna xwe bilindtir bikin û her kesên ku dibêjin 'Na' qezenç bikin.” Karayilan, da zanîn ku dê îsal bi şiara “Emê teqez serbikevin” Newrozê pîroz bikin û wiha bi dawî kir: “Emê teqez serbikevin, ji ber em mafdarin. Bi rêxistinin û bi hêzin. Me ji bo 19’ê adarê serlêdan kiribû, lê ji ber Waltiyê nepejirand em dê di 21’ê Adarê de Newrozê pîroz bikin. Em hemû gelê xwe di 21’ê Adarê de vedixwînin qada Newrozê. Dê Newroz li qada Parqa Tur Otobusleri li taxa Çakmak. Bijî Newroz, Emê bi serkevin, Emê teqez bi serkevin.”