ÇEWLÎK - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken, ji doza ku têkildarî meşa 2013'an de der barê wî de vebûbû dihat darizandin bereat kir.
Rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdris Baluken ku ji ber beşdarî mîtînga Şoreşa Rojava ya sala 2013'an bûbû dihat darizandin li Dadgeha Asliye Ceza ya Çewlikê hat dîtin. Baluken, bi îdîaya "Li dijî meş û civinan muxalefetî kiriye" dihat darizandin û heta 3 sal û 6 mehan ceza jêre dihat xwestin. Di rûniştina dozêde parêzerên Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Baluken û Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alican Onlu, amade bûn. Îdris Baluken jî bi riya SEGBİS'ê beşdarî rûniştinê bûn.
Heyeta dadgehê piştî parastinê der barê Baluken de biryara beraetê da.