WAN - Komîteya Amadekariya Newrozê ku bernameya pîrozbahiyên Newroz Wanê ya dê bi şîara “Em ê teqez serbikevin” di 21’ê Adarê bê lidarxistin aşkera kir got ku ew ê daxwaza xwe ya azadiyê carekdin li qadan biqêrin.
Li Wanê derbarê bernameya Newrozê ya bi şîara “Em ê teqezx serbikevin” dê bi pêşengiya DBP, HDP, KCD û KJA’yê bê lidarxistin de li avahiya HDP’ê daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê Komîteya Amadekar a newrozê Îlhamî Guler daxuyanî xwend. Guler, diyar kir ku wan di 3’yê darê de serlêdana fermî kirine û li tevahiya bajar dest bi amadekariyan hatiye kirin.
‘DÊ DAXWAZA AZADIYÊ BIQÊRÎN’
Güler, bal kişand ser girîngiya Newrozê ku dê di OHAL’ê de bê pîrozkirin û wiha got: “Ev dê bibe cejna ku em daxwaza xwe ya azadiyê li qadan biqêrin. Em ê wekî her sal Newrozê li qada Qela Wanê pîroz bikin. Ev qad dikare 500 hezar kesî bigire, li gorî deng û ewlehiyê hatiye amadekirin. Ji bilî sererastkirin derdor û ewlehiya ku dê polîs bigirin me ji bo ewlehiyê komek ji 300 kesan pêk tê amade kiriye. Di aliyê ewlehî û amadekariyan de tu pirsgirêkên me tune ne. Ji bilî şert û mercên xirap ên hewayê, ji bo cejna Newrozê bi çoş bê pîrozkirin, em ê bi komek qelabalix re heta roja dawiyê bixebitin. Em li bendê ne ku îro bersivekê ji serlêdana me ya walî bigirin. Em hêvî dikin ku wekî her sal îsal jî dê gelê me bi hemû çoşa xwe tevlî pîrozbahiyê bibin.”
Parlamenterê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Hevberdevka HDK’ê Gulustan Koçyîgît,
Cigira Hevserokê DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nadîr Yildirim, parlamenterên bajar û navçeyan, hunermend Îbrahîm Rojhilat, Bajar, Koma Rojarya û Koma Kemençe dê tevlî şahiyên Newrozê bibin.