MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di doza ku der barê wî de 4 sal û 8 meh ceza tê xwestin de axivî got ku Figen Yuksekdag bi operasyona darazê hatiye tasfiyekirin û wiha axivî: "Bila îro hemû kes bizanibin ku yên ku di îktidarê de ne li her derê tirs belavkirine lê em ê netirsin."
Doza ku der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de ji ber axaftinên wî yên di 2016'an de li Mêrsînê kiriye bi giliyê Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu hatibû vekirin hate dîtin. Doz li 14'emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Mêrsînê hat dîtin û gelek HDP'î û parêzer û parlamenterê HDP'ê Behçet Yildirim beşdar bûn. Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bû û parastina xwe kir. Parêzerên Davutoglu hincet nîşan da û beşdarî dozê nebû.
Piştî tespîta nasnameyê Demîrtaş parastina xwe kir.
'SEGBÎS ÛŞKENCE Û NEHIQÛQÎ YE'
Demîrtaş di parastina xwe de got ku ji ber ku girtî ye û ji dadgeha k doza wî tê dîtin di warê cografyayê de dur e bi SEGBÎS'ê beşdar dibe û wiha berdewam kir: "Dîsa ji ber gelek dozên ku der barê min de hatine vekirin bi awayekî fiîlî wisa kirine ku beşdarbûna min a dozê nepêkan e. Ez mecbûr hatime hiştin ku bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bibim. Darizandina ku bi SEGBÎS'ê tê kirin îşkenceyeke fiîlî ye û pêkanîneke nehiqûqî ye. Tiştekî bê qebûlkirin nîne."
'RAKIRINA DESTNEDAYÎNAN BINPÊKIRINA QANÛNA BINGEHÎN E'
Demîrtaş da zanîn ku rakirina destnedayînan bi tena serê xwe binpêkirina Qanûna Bingehîn e û wiha axivî: "Destnedayîn dê çawa bê rakirin ev di rêziknameya Meclîsê de hatiye diyarkirin. Ji bo rakirina destnedayînan wiha tê gotin: Parlamenterekê/î ku der barê wî/ê de fezleke hatibe amadekirin ewil di komîsyona ku ji komîsyonên qanûna bingehîn û edaletê hatiye avakirin de cuda cu da tê nirxandin. Di vî komisyonê de parlamenter parastina xwe dike. Ger ku rakirina destnedayînê bê qebûlkirin cara duyemîn li komîsyona qanûna bingehîn îfade tê girtin. Ger ku komîsyona qanûna bingehîn qebûl bike wê demê pêşkêşî meclîsê tê kirin. Dema ku pêşkêşî meclîsê bê kirin jî parlamenter ji bo her fezlekeyê bi awayeke cuda parastina xwe dike. Meclîs jî li ser vê dengdanê digire. Ger ku destnedayîn bê rakirin parlamenter mafê xwe yê îtirazê ya Dadgeha Qanûna Bingehîn bi kar tîne. Dadgeha Qanûna Bingehîn jî îtirazê dinirxîne."
'GUHERTINEKE SOSRET E'
Demîrtaş têkîldarî armanca vê yekê jî wiha axivî: "Rêzgirtina li hemberî îradeya gel, rêzdariya parlamenter parastin û ji ber hincetên pûç pêşiya rakirina destnedayînan girtin e. Lê ev guhertin destnedayîna parlamenter bêyî lêpirsîn bike radike." Demîrtaş diyar kir ku ev guhertineke sosrat e. Demîrtaş da zanîn ku dijberiya vî guhertinê ya Qanûna Bingehîn bi taybetî ji aliyê parlamenterê AKP'ê Mustafa Şentop ve hatine ser ziman û wiha got: "Dîsa Ahmet davutoglu û Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu jî gotibûn ku ligel ku ev guhertin derveyî qanûna bingehîn e jî tê dengê 'erê' bi kar bînin. Dikaribûn li Dadgeha Qanûna Bİngehîn îtiraz bikin. Lê ji ber ku pêwîstî bi îmzeyên 110 parlamenteran heye îtiraz nekirin."
‘DARIZANDINÊ BI ÎLLALÊ DEST PÊ KIR'
Demîrtaş, destnîşan kir ku Komisyona Venedik û Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê ku li ser mafên mirovar rapor amade kirine destnişan dikin ku ev sererastkirin li diji mafên mirovan e û wiha got: "Wekiltiya gel ne tiştekî ij rêzê ye. Darizandina welatiyekî ji ne bûyerek ji rêzê ye. Biryara DMME'ê ya der barê Taner Akçam de biryarek mînak e. DMME'ê der barê xala 301'an de doz vekirin û biryara bê şopandinê jî wekî îllal penase kiriye. Em wekî hevserokê partiya sêyemîn a Tirkiye tên darizandin. Ji ber bêyi mekanizmayek bê bikar anîn darizandin hatiye îhlalkirin. Ev darizandin li djî Qanûna Bingehîn e.
YUKSEKDAG BI RIYA DARAZÊ HAT TASFIYEKIRIN
Demîrtaş, ani ziman ku îro tevî Parlamenterên HDP'ê nêzî 10 hezar endamên wê bi riya darazê tên lînckirin û wiha got: "Divê daraz nebe maşikê vê yekê. Divê ev nebe mijara darazê. Daraza me bi riya îktîdara siyasî siyasetê lînç dike û dike amûr. Daraz ne raqîbê partiyên siyasî ne. Divê daraz berjewendiyê îktîdarê neparêze. Peywira darazê ne ewe ku berjewendiyê îktîtarê biparêze. Hevseroka me bi destê darazê hat lînçkirin û tasfiyekirin. Ev sûc e. Daraz bûye şirîkê sûcê siyasî û îktîdarê. Bila her kes zanibe ku dema daraz adîl be em dê hurmetê nîşan bidin. Lê îro daraz adîl tev nagere. Daxwaza me ji darazê ewe ku bi awayekî heq û hiqûqê guhertinên der barê destnedayînê de bibe qanuna bingehîn û darizandinê rawestîne.
Rûnşitin taloqî 1'ê hezîranê hat kirin
Piştî rûniştina dozê Parlamenterê HDP'ê yê Semsûre Behçet Yildirim, daxuyanî da û diyar kir kir ku di vê pêvajoya ku diçin referandumê de serokên partiyên siyasî di televîzyonan de bi awayekî zindî propaganda referandumê dikin û Hevserokên wan bi riya SEGBİS'ê îfade dinin û ew wan bi vî rengî temaşe dikin. Yildirim xwest li şûna ku bi Hollanda û welatên Ewropa re niqaş dikin li rewşa xwe, li Cîzre û bajarên xwe binere û xwe di ber çavan re derbas bikin.