Doza 6 rojnamegeran ket

STENBOL - Doza ku di çarçoveya dozên Ozgur Gundemê hatine vekirin de doza Hakki Boltan, Nevîn Erdemîr, H. Hasan Şanli, Eren Keskîn, Huseyîn Aykol û Reyhan çapan ket.

Doza ku der barê rojnameya Ozgur Gundem a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin hate vekirin hat dîtin. Hevserokên Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) Hakki Boltan û Nevîn Erdemîr û ji pîrên elewiyan H. Hasan Şanli li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê derketin pêşberî dadgehê.

Heyeta dadgehê daxuyand ku ji ber ku li ser vekirina lêpirsinê 4 meh derbas bûye doz xist.

Heyeta dadgehê der barê Erdemîr, Boltan û Şanli de biryare beraetê da.

Di doza Hevgerînendeyên Weşanê yên Giştî yên Ozgur Gundemê Eren Keskîn, Huseyîn Aykol û Midûra Karên Nivîsan Reyhan Çapan tên darizandin de jî heyeta dadgehê doz xist.