Waliyê Stenbolê destûr neda pîrozbahiya Newrozê

STENBOL - Walîtîya Stenbolê destûr neda pîrozbahiya Newroza ku li qada Bazara Gel a Bakirkoyê bê pîrozkirin.

Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo di 19'ê Adarê de li Qada Bazarê ya Bakirkoyê Newroza Stenbolê pîroz bike, serî li Walîtiya Stenbolê dabû. Lê walîtiyê serlêdana Komîteya Amadekar red kir û destûr neda. Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo biryarek nû bidin li hev kom bûn. Komîte, biryara piştî civînê bide dê bi raya giştî re parvebike.