Qedexe rabû dorpêç didome

AMED - Li 18 gundên navçeya Licê qedexeya beriya 11 rojan hat îlankirin hate rakirin lê leşker hê jî li ereziyê hin noqteyan tên rawestandin. Li gundan kesên ku ne ji wir in jî piştî lêgerînan tên derbaskirin.

Qedexeya ku Walîtiya Amedê li 18 gundên navçeya Licê yên Amedê yên Şawerdiyan, Xwelîn, Seyrek, Qilêdar, Dizeynê, Til, Şaxur, Mêrgê, Xosor, Zengesor, Mizak, Xaşederê, Hendîv, Barav, Tutê, Melê, Pêçar û Bawerdê di 5'ê adarê de hatibû îlankirin îro saet di 07.00'an de hate rakirin.


DORPÊÇ BERDEWAM DIKE

Li gundên ku bi rojan e agahî nayê girtin ligel ku qedexe hat rakirin jî hêza operasyonê hê jî tê rawestandin. Leşker û tîmên taybet ji hin gundan vekişiyan û di navbera Licê û Pasûrê li konan bi cih bûne, disekinin. Li gundên ku ji roja operasyon hat destpêkirin heta niha ceryan tuneye, hê jî ceryan nehatiye dayîn û şebekeyên telefonan jî nakişînin. Hate hînbûn ku li herêmê roja borî berf bariye.

LI RIYAN KONTROL TÊ KIRIN

Li herêmên ku qedexe hatiye rakirin welatiyên ku dixwazin biçin wan deran bi kontrola cendirmeyan diçin, di rê de lêgerîn û kontrola nasnameyan tê kirin. Bi taybetî jî riya Licê, Pasûrê gundên Şêxan û Sernis û Yaprakê qedexe tuneye jî li van deran lêgerîn û kontrol tên kirin. Welatiyên ku dixwazin biçin gundan rastî astengiyên leşkeran tên, welatiyên ku ne ji wan gundan in jî destur nayê dayîn ku derbas bibin.

LEŞKERAN XENDEK KOLAN

Li aliyê din li başûrê Licê ya operasyon hebû jî li gundên Sisê, Antak, Dabloyê jî riyên talî ji aliyê leşkeran ve bi xendekan ve hatine girtin. Çûn û hatin di riya esasî de bi kontrol tê kirin.

LI NAVENDA NAVÇEYÊ LIV Û TEVGER

Li navenda navçeya Licê ya ku bi hezeran leşker û tîmên taybet li çolterê bi cih bûne jî tevgera wesayîtên zirxî hene. Dîsa duh li navenda navçeyê di serdegirtinên malan de welatiyê bi navê Ferhat Onkol ê hatibû binçavkirin hate berdan, 23 welatiyên din hê jî li Midûriyeta Polîsan a Licê û Fermandariya Alayê ya Cendirmeyan tên girtin.