STENBOL - Bi sedan parêzer ji bo 3 parêzerên ku di nava wan de rêverberêb Rojnameya Cumhuriyetê jî hene û girtîne ji Edliyeya Stenbola heta ber avahiya rojnameyê meşiyan.
Di operasyona li hember Rojnameya Cumhuriyetê de ligel rêverbirên rojnameyê 3 parêzer jî hatin girtin û ji bo parêzerên girtî meşa protestoyî hat lidarxistin. Bi sedan parêzer ji ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê heta ber avahiya rojnameyê ya li Şîşliyê meşiyan. Di meşa ku parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û parêzerên Rojnameya Cumhuriyetê jî tevlî bûn de gelek parêzeran piştîgirî dan meşê. Parêzerên di meşê de hêjmara îro ya rojnameyê hilgirtin û dirûşmeyên “Çapemeniya azad nikare bê bêdeng kirin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” berz kirin.
Li ser navê parêzerên ku ji aliyê xebatkarên rojnamê ve hatin pêşwazîkirin, parêzer Bahrî Belen daxuyanî da. Belen, balkişand ser çapemeniya ku bi biryarnameya KHK’ê hatine girtin û wiha got: “Bi êrîşa li ser rojnemê re pêvajoyek nû destpê kiriye. Li dijî vê pêvajoyê pêwîstî bi meşek dirêj a têkoşînê heye. Ewlehiya hiqûqê ji her kesî re pêwîste. Ev dadger û dozgerên ku girtin û darizandinan pêktînin dê ji bo hêzên ewlekariyê jî pêwîstbin. Ez bang li dadger û dozgeran dikim ewlehiya hiqûqê biparêzin.”
Nivîskarê rojnamê Aydin Engîn ê ku hat binçavkirin û hat berdan jî wiha axivî: “Em li hiqûqê digerin lê nabînin.”
Parêzeran bi dirûşmeya “Çapemeniya azad nikare bê bêdeng kirin” meşa xwe bi dawî kirin.