Komîteya Amadekar a Newrozê: Gel dê li cihê bixwaza cejna xwe pîroz bike

EDENE - Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Edeneyê Osman Polat, bertek nîşanî astngiya walî ya ji bo pîrozbahiyên Newrozê da û wiha got: “Înîsiyatîf a gel e. Gel dê li cihê bixwaze cejna xwe pîroz bike.”

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Edeneyê, bertek nîşanî astengiya waliyê Edeneyê ya ji bo pîrozbahiyên Newrozê ku dê di 18’ê Adarê li cihê Şanoya Ser vekirî ya Mîmar Sînan pêk bînin da. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Osman Polat diyar kir ku gelek endam û rêvebirên partiyê yên xebatên Newrozê didin meşandin hatine binçavkirin û wiha got: “Divê demildest kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan. Cejna Newrozê ne cejneke ku destûr bê xwestin û bê pîrozkirin. Înîsiyatîf a gele. Gelê me dê li cihê dixwaze cejna xwe pîroz bike. Bi vê boneye me cejna Newrozê ya gelê kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em hêvî dikin ku dê ev cenj bibe wesîleya aştî azadî û Na’yan.”