AMED - Li Amedê ji bo kesên di Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dane, li avahiya DBP'ê ya Amedê bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bernameya bîranînê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, diyar kir ku komkujî li pêş çavê Serokê Kurdistana Başûr Barzanî pêk hat û wiha got: "Niha heman polîtîkayan li Şengalê jî pêk tînin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (DBP), li Salona Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê ya Amedê ji bo bîranina Helepçeyê bernameyek pêk anî. Di bernameya biraninê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Cîgîrê Hevserokên Giştî ye DBP'ê Mehmet Arslan û Ramazan Tunç, endam û rêveberên DBP û HDP'ê amade bûn. Bernameya bîranine bi rêzgirtinê dest pê kir û siloganên “Şehit namirin” hatin berzkirin. Di bernanameyê de Hevseroka KCD'ê Leyla Guven anî ziman ku her kes amadekariya Newrozê dikir, lê rejîma Iraqê û Hêzên Saddam bi ser gelê Helepçeyê de çekêm kimyewî rijandin. Guven, anî ziman ku piştî komkujiya Helepçeyê dîsa bi komkujiyên Roboskê û Cizîrê berdewam kir û hêj didomin. Leyla Guven, anî ziman ku hebûna gelê kurd hêzên serdest û diktator bêzar dike û ji ber vê yekê her dem li ser gelê kurd êrîşan pêk tînin. Guven, diyar kir ku komkujî li pêş çavê Serokê Kurdistana Başûr Barzanî pêk hat û wiha got: "Niha heman polîtîkayan li Şengalê jî pêk tînin. Li dijî Şengalê êrîşan pêk tînin Di êrîşa dawî de bi dehan kes birîndar bûn. Barzanî dixwaze gelê Şengalê bê parastin bihêle. Niha gelê Şengalê ji aliyê Hêza Parastina Gelê Şengalê ve tê parastin."
Piştre sînevîzyon hat pêşandan û piştî sînevîzyonê Hevserokê DBP'ê yê Amedê Zeki Baran axivî û wiha got: "Komkujiyên li dijî gelê kurd îro jî berdewam dike. Lê dijberî vê yekê berxwedana gelê kurd jî didome. Cenazeyê Haci Birlik li erdê hat kaşkirin. Cenazayê dayika Taybet bi hefteyan li erdê hat rawestandin. Cenazeyê Cemile Çagirga di cemedxaneyê de hat rawestandin. Tu ferqa van kuştinan ji enfalê tune ye. Çawa ku Seddamê qatil kurd kuştin, li Cizîrê jî Mehmet Tunç û hevalên xwe hatin şewitandin. Tu ferqa Helepçe û Cizîrê ji hev tune ye. Gelê kurd tiştekî ji cîhanê naxwaze. Tenê dixwaze kuştin û binpêkirina mafan rawestîne. Tekoşîna xwe ya li dijî zilmê û zindanê berdewam dike.
Bername bi axaftina bi dawî bû.