QERS - Walîtiya Qersê afîşên Newrozê yên ku ji aliyê HDP'ê ve li 50 noqteyên bajar hatibûn daliqandin bi hincetên cur bi cur hatin rakirin li şûna wan afîşên MHP'ê yên "Cejna tirkan pîroz be" hatin daliqandin.
Afîşên ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo Cejna Newrozê daliqandibû ji aliyê Walîtiya Qersê ve hatin rakirin. Walîtiyê afîşên ku ji aliyê Komîtiya Amadekar a Newrozê li 50 noqteyên bajar hatibû daliqandin bi hinceta ku nîşaneya serkeftinê heye, rengên kesk û sor û zer hatine bikaranîn, mirovên ku rûyên wan nediyar in nîşaneya serkeftinê dikin kom kir.
AFÎŞÊN MHP'Ê HATIN DALIQANDIN
Afîşên Newrozê yên ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ya HDP'ê ve hatin daliqandin, hatin rakirin û li şûna wan afîşên ku ji aliyê Rêxistina MHP'ê ya Qersê ve hatine amadekirin, hatin daliqandin. Afîşa ku li ser "Cejna Tirkan pîroz be" li ser afîşên HDP'ê yên Newrozê hatin daliqandin.