EDÎRNE - Destûr nehat dayîn ku heyeta HDP’ê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ziyaret bikin. Serokwekîla Meclîsê û parlamentera HDP’ê Pervîn Buldan bang li Dadgeha Qanûna Bingehîn kir û wiha got: “Hûn çawa tehemûlî vê fereseta ku hiqûq xistiye bin lingan dikin? Gelo li ser we zext hene?”
Heyeta ku di nava wan de Serokwekîla Meclîsa HDP’ê û Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP’ê Leyla Bîrliîk, Erol Dora, Kadrî Yildirin, Cigirên Hevserokên Giştî Fatma Kurtalan û Sezaî Temelî jî heye ji bo bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinê pêk bînin hatin ber Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê. Heyeta ku destûr ne hat dayîn bi Demîrtaş re hevdîtinê pêk bînin li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
'HEVALÊN ME REHÎN HATINE GIRTIN’
Li vir Buldan axaftinek kir û wiha got: “Îro em wekî du heyeta li ber deriyê Girtîgeha Edîrne û Kandirayê ji bo bang li Dadgeha Qanûna Bingehîn bikin kom bûne. Sedema krîz û kaosa li Tirkiyeyê operasyonên qirkirina siyasî ne. Bi van operasyonên qirkirina siyasî re, nûnerên gel ên ku 6 milyon deng girtine hevserok û parlamenterên partiye me rehîn hatine girtin. Em hêvî dikin ku bêmafî û bêhiqûqiyên tên jiyîn di demek kurt bi dawî bibin. Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag wekî hevserokên giştî yên partiyekê cihê wan ne girtîgehe. Serokên partiyên din di pêvajoyek wiha de ku hilbijartinên referandumê tên kirin li derve mîtîngan li dadixin lê hevalên me li girtîgehan tên girtin. Serokên partiyên din mîtîngên xwe li dardixin. Lê herdu hevserokên me nikarin tevlî xebatên referandumê bibin di girtîgehê de ne. Em dixwazin ku ev bêmafî di demek kurt de bi dawî bibe.”
‘HÛN BÊHIQÛQIYAN LI SER WEKÎLÊN ME DICERIBÎNIN’
Buldan, diyar kir ku divê hevserok û parlamenterên wan di xebatên referandumê de cihê xwe bigirin û wiha pêde çû: “Divê Dadgeha Qanûna Bingehîn demek kin de vê biryarê bide. Ev 133 rojin parlamenterên me di girtîgehê de ne. Piştî hevalên me hatin girtin me yekser serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da û me daxwaznameyên berdana hevalên re radest kirin. Tişta Dadgeha Qanûna Bingehîn bike berdana hevalên me ye. Lê hêjî li dosyayên me nehatine temaşekirin û daxwaznameyên me negirtine rojeva xwe.”
Buldan, ev bagn li Dadgeha Qanûna Bingehîn kir: “Hûn dixwazin bêhiqûqiyên xwe li ser parlamenterên me niceribînin. Hûn çawa tehemûlî vê fereseta ku hiqûq xistine bin lingan dikin? Gelo li ser we zext hene? Ji bo hûn dosyayên hevalên me lêkolîn nekin gelo îktîdara siyasî zextan li we dike? Ger zextek wiha tune ye hûn çima dosyayan lêkolîn nakin?”
‘DIVÊ DAD Û HIQÛQ LI HER CIHÊ WEKHEV BE’
Buldan, balkişand ser krîza bi Hollandayê û wiha axivî: “Wezîr; hûn çawa kesên ku destû ne dane parlamenterê we rexne dikin divê hûn bertek nîşanî girtina parlamenteran jî bidin. Me jî ji ber destûrnedayîn parlamenter û wezîrekê bertekên xwe nîşan da. Divê hûn jî bertek nîşanî bêhiqûqiya li parlamenterên me tê kirin bidin. Divê dad û hiqû li her cihî û ji bo hemû kesî wekhev be.”