NAVENDA NÛÇEYAN - Qatlîamên Helepçe û Beyazitê li gelek navendan hate şermezarkirin, kesên ku di qatlîaman de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn, peyama têkoşînê ya li dijî qatlîamên ku ji duh heta îro berdewam dike hat dayîn.
Xwendekarên Zanîngiha Stenbolê Qatlîama Beyazitê ya di 16'ê Adara 1978'an de û û qatlîama Helepçeyê ya di 1988'an de şermezar kirin û daxuyanî dan. Daxuyanî li ber deriyê Fakulteya Dermanfiroşiyê hat dayîn, endamên Hewldana 78'an û gelek xwendekar beşdar bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta "Zanîngen ji qatlîamên duh heta îro tên kirin re dibêjin Na" û dowîzên "16'ê Adarê ji bîr neke nede jibîrkirin" "Beyazit dê ji faşîzmê re bibe goristan" û wêneyên kesên di qatlîama Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin hilgirtin. Xwendekaran dirûşmên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" "Ji qatlîaman ji serokdewletiyê re Na" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de hindekar Levent Dolek ê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ve hate îxrackirin axivî bal kişand qatlîamên ku dewlete di 16'ê Adarê de kiriye. Dolek wiha got: "Li vî welatî em tu caran bi kesên ku dixwazin bibin padişah re nehitin girêdan, em bi gel û şoreşgeran ve hatin girêdan û em ê vê bidomînin jî." Dolek qatlîama Heleqçeyê şermezar kir.
Li ser navê Hewldana 78'an jî Huseyîn Soylu axivî û têkoşîna ku wê demê li dijî pêkûtiyan dane bi bîr xist û wiha got: "Pêkûtiyên wê demê niha jî heye. defikên wan ên neteweperest wê demê jî negirt dê îro jî bi ser nekeve."
Piştre jî li ser navê xwendekaran Dezgun Akdenîz axivî wiha got: "Qatlîama bi parastina şefên polîsan Reşat Altay û Şukru Balci hatiye kirin nehat ronîkirin û li Tirkiyeyê ewqas qatlîamên hatin kirin di tarîtiyê de man. Li ser dosyaya dozê hate girtin." Akdenîz diyar kir ku li vî welatî qatlîam, êrîşên li dijî şoreşger, kedkar û karkeran tiştekî li gorî qarakterê desthilatdaran e û wiha axivî: "Li Pirsûs, Enqere, Stenbolê bombe hatin teqandin. Bajarên kurdan hatin şewitandin." Akdenîs bal kişand li ser qatlîamên li Tirkiyeyê û qatlîama Helepçeyê şermezar kir.
'JI SEROKDEWLETIYÊ RE JÎ JI QATLÎAMAN RE JÎ NA'
Akdenîz ê ku gotina "Em ji serokdewletiyê re jî ji qatlîaman re jî hezar caran dibêjin Na" bi kar anî got ku ew ji bo cihanekî mirin nayê barandin têdikoşin, cihaneki din dixwazin û ew ê ava bikin.
Piştre xwendekaran qurnefîl danîn ber deriyê fakulteyê û bi "Sirûda Beyazitê" çalakî bi dawî kirin.
ENQERE
ÎHD: BILA 16'Ê ADARÊ WEKÎ ROJA QIRKIRINA KURDAN BÊ QEBÛLKIRIN
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkîldarî Qatlîama Helepçeyê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ÎHD'ê bal kişand li ser Enfalê û hate gotin ku di qatlîaman de di navbera 180-210 hezar kurd hatine qetilkirin. Di daxuyaniyê de nirxandina "Di 16'ê Adara 1988'an de qatlîam hatiye destpêkirin û 3 rojan êrîşên hewayî hatine kirin bi taybetî jî li bajaroka Helepçe ya Iraqê bi çekên kîmyewî hatiye bombekirin û li vir 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane." Di daxuyaniyê de piştre jî ÎHD bal kişand li ser qatlîama êzidiyan a di encama êrîşên DAIŞ'ê de.
Têkîldarî mijarê wiha hat gotin: "Êrîşên DAÎŞ'ê di sala 2015'an de ewil li herêma Rojava, di berxwedana Kobanê de hatin şikandin. Piştre Şengal hat rizgarkirin û li dijî êrîşên DAÎŞ'ê têkoşînek dîrokî hat nîşandan. Lê dîsa gef û êrişên li dijî gelê kurd berdewam dikin. Komên çekdar ên li Başûr dîsa li dijî êzîdiyên şengalê êrîş pêk anîne. Ev êrîş bi tu awayayi nayên qebûlkirin. Kurd bi şerê navxweşî nikarin van êrişan pûç bikin. Divê li dijî van êrişên derve bibin yek. Ger ku kurd di dijî van êrîşan yekîtiya Neteweya kurd pêş bixin dê karibin êrîşan tevan pûç bikin.
ÎHD, anî ziman ku li Tirkiye 16'ê Adarê wekî roja bîranîna Helepçe tê zanîn û wiha got: Gelê Kurd ev roj wekî roja komkujiya li dijî gelê kurd îlan kiriye. Dixwaze Komara Tirkiye jî vê rojê bi vî rengî nas bike û qebûl bike. Li Tirkiye di 24'ê Tîrmeha 2015'an şerê çekdarî dest pê kir. Wekî Cizîrê li gelek deverên din sûcê mirovahiyê hat kirin. Divê NY û Konseya Ewropa binpêkirinên mafan ên li Tirkiye bi awayekî cîdî bigire dest. Divê Tirkiye dawî li şerê çekdarî bîne û dîsa li pêvajoya aştiyê vegere."
RIHA
Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê jî bi heman armancê li avahiya komaleya xwe daxuyanî da û berpirsiyarên komkujiya Helepçeyê şermezar kir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên HDP, DBP û ÎHD'ê amade bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD'ê Nahide Polat Arslan, komkujî şermezar kir û anî ziman ku daxwazên wan ên çareserî û aştiyê li ber çavan nayên girtin. Arslan, anî ziman ku wekî parazvanên mafên mirovan her dem li dijî şer û binpêkirina mafan rawestiyane û dê têkoşîna xwe ya aştiyê berdewam bikin.
MÛŞ
Li Mûşê jî rêxistina HDP'ê ya Mûşê li avahiya xwe bernameya bîranînê pêk anî. Di bernameyê de parlamentera HDP'ê ya Mûşê Burcu Çelik Ozkan,endam û rêvberên HDP û DBP'ê û gelek kesên din amade bûn.
Parlamentera HDP’ê Çelik, komkujiya Helepçe şermezar kir û anî ziman ku bi komkujiya Cizîrê ev komkuiya li dijî gelê kurd berdewam dike. Hevserokê HDP'ê yê Mûşê Mensur Işik jî komkujî şermezar kir û da zanîn ku hêj êşên li ser gel berdewam dikin. Bernameyê bi sînevîzyonan berdewam kir.
TJA KESÊN DI KOMKUJIYÊ DE JIYANA XWE JI DEST DAN BI BÎR ANÎ
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir û kesên di komkuijya Helepçe de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. TJA, anî ziman ku komkujiya Helepçe di dîroka gelê kurd de wekî rojek reş e û xwest wekî komkujiya gelan a sedsala 20'an bê pênasekirin. TJA da zanîn ku serkeftin û avakirina pergala Neteweya Demokratîk a li Tevahiya Kurdistan û Rojhilata Navîn û wekî Seddam hilweşîna hemû dîktatoriyan dê erk û peywira wan a li hemberî şehîdên Helepçeyê bin û wiha got: "Em zarok, jin, û mirovên di komkujiya Helepçeyê de ketin nava wê axê ji bîr nakin û ji nûve kesên di Helepçeyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin.