WAN - Ji 19 kesên li navçeya Rêya Armûşê hatibûn binçavkirin jê 2 kes hatin girtin.
Li taxa Yenî ya Rêya Armûşê ya Wanê di 8'ê Adarê de 19 kes hatibûn binçavkirin. Piştî lêpirsîna wan a Midûriyeta Polîsan bi dawî bû sewqî dozgeriyê hatin kirin. 14 kes li dozgeriyê hatin berdan û 5 kes sewqî dadgehê hatin kirin. Ji 5 kesên bi îdiaya “li ser navê rêxistinê xebat kirine" sewqî dadgehê hatin kirin jê 3 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Salîh Orhan û Bahrî Koçak jî bi heman sedemê hatin girtin û şandin girtîgehê.