ENQERE - Nûçegihanê me Hayrî Demîr ê li mala xwe ya li Enqereyê hate binçavkirin bi parêzera xwe ve hevdîtin pêk anî. Parêzer Gulay Çay diyar kir ku Demîr bi îdiaya "li ser navê PKK/KCK'ê xebat meşandiye" hatiye binçavkirin, rewşa wî baş e û silavên wî ji bo hemû kesan heye.
Nûçegihanê me Hayrî Demîr ê serê sibehê li Enqereyê ji aliyê polîsan ve li mala xwe hate binçavkirin li sapona sporê ya Beştepeyê ku wekî navenda binçavkirinê ya Midûriyeta Polîsan a Enqereyê tê bikaranîn tê girtin. Parêzer Gulay Çay a ku bi Demîr re hevdîtin pêk anî diyar kir ku li ser dosyaya Demîr biryara veşarîbûnê heye û bi îdiaya "Li ser navê PKK/KCK'ê xebat meşandiye" hatiye binçavkirin.
Çay destnîşan kir ku Demîr bi çi tê sûcdarkirin nayê zanîn û di çarçoveya dosyayê de jibilî Demîr di çarçoveya dosyayê de kesekî din nehatiye binçavkirin.
Çay destnîşan kir ku îfadeya Demîr dê di demeke kin de bê temamkirin û Demîr gelek bi moral bûye, tenduristiya wî baş e, ji bo hevalên xwe, malbat û dostên xwe sliavên wî hene.