ŞIRNEX - Hevşaredarê bajaroka Gundikê Melê Abdullah Tunç bi hinceta "endamê rêxistinê" hat girtin.
Li bajaroka Gundikê Melê ya Şirnexê Hevşaredar Abdullah Tunç ê duh hatibû binçavkirin, piştî karên li Qereqola Cendermeyan a Şirnexê sewqî edliyeyê hat kirin. Tunç ê bi hinceta “endamê rêxistinê” sewqî mihkemeyê hat kirin hat girtin. Tunç birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
Her wiha di heman rojê de, Hevserokê DBP'ê yê Gundikê Melê Sadûn Sezer û welatiyê bi navê Mehmet Îşçen hatibûn binçavkirin. Her du kes jî piştî îfadeyên li qereqola cendermeyan serbest hatin berdan.