Li Dêrikê HDP'iyan du malbat li hev anîn

MÊRDÎN- Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi navbeynkariya rêxistina HDP'ê silha di navbera malbata Şahîn û Dogan ên ev 2 sal in pev diçûn de pêk hat.

2 sal berê di navbera malbata Dogan a ji Dêrikê û malbata Şahîn ê ji Bismila Amedê de qewimîbû û di encamê de kesek miribû. Li Dêrika Mêrdînê hisûmeta di navbera her du malbatan de bi navbeynkariya rêxistina HDP'ê bi aştiyê bi encam bû. Li gel parlementerên HDP'ê yên Amedê Ziya Pir û Nimetullah Erdogmuş, endamê MYK'a HDP'ê Omer Onen, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer û endamên her du malbatan beşdarî xwarina aştiyê ya ji aliyê malbata Dogan ve hat dayîn bûn.

Di despêka xwarinê de endamê MYK'a HDP'ê Omer Onen axaftinek kurt kir û got, çi dibe bila bibe dawiya şer lihevhatin û aştî ye. Onen balê kişand ser giringiya aştiyê û diyar kir ku, heta di mal, tax û bajarê wan de aştî pêk neyê aştiya welat pêk nayê.

'ME ÎRO ŞAHIDIYA ÇARESERIYÊ YA GEL KIR'

Parlementerê HDP'ê Erdogmuş jî diyar kir ku ew bûne şahidiya çareseriyê ya gel û wiha axivî: "Kesê efuya xwe dixwaze û kesê efu dike kesê pîroz e. Em îro bûn şahid ka gelê me çawa bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin. Her tim bila baweriya we bi hêza we bê."

Her du malbatan piştî axaftinan soza lihevhatinê dan û lihevhatin bi xwarinekê bi dawî bû.